Min do romana "Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê" qedand û
li gorî biryara min, minê dest bi romana Helîm Yûsif, "Firîna Bi Baskên
Şikestî" bikira.
Lê di vê nabênê da ez rastî "Şêhneya Dînan" ya M.
Zahîr Kayan hatim. Nayê bîra min ew kînga kiriye, çawa bi dest xidtiye.
Min hinek jê xwend. Bala min kişand, meraqa min zêde kir. Min biryara xwe guhert, ezê berê Şêhneya Dînan bixwînim û dû ra dest bi ya Helîm Yûsif bikim.
Şêhneya Dînan hindik e, ezê di rojekê da biqedînim. Ez bawer dikim ezê îro biqedînim.
Sebebê ez hinekî giran dixwînim ez karên din jî di berra dikim, lema xwendina min dişibe meşa kûsî.
M. Zahir Kayan, nivîskarekî, şairekî zor û zahmet e, zimanê wî wek risasê giran e, wek heykeltiraşekî bi gotina dilîze, kerasên nuh li wan dike, maneyên nuh dide wan, wan ji hev da dixîne, dîsa bi hev va dike, tazî dike û dû ra wek bûkekê dixemilîne.
Axir camêr nivîskarekî kûr e, şairekî pir asê ye.
Nivîsên wî, şiîrên wî dişibin qîş û ferşekî asê, meriv nikane çavê xwe bigre û lê bimeşe, dibê meriv pir semt û bi dîqet gavên xwe bavêje, pir li xwe miqate be.
Dema meriv nivîsên wî dixwîne dibê meriv şiyar be, li ser hişê xwe be û bi baldarî bixwîne.
Ya din dibê meriv dildarê gotina xweş be jî, ji peyva zor û zahmet hez bike, ne tembelê Bexdayê be, ji bo fêmkirinê xwe biwestîne, hişê xwe bixebitîne û carnan jî li ferhengan binêre…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar