09 januari 2020

Min ev nivîs ji bo çend kurd dev ji cixarê berdin nivîsî



Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê di sala 1987a da 9ê sibatê wek ”Roja Dinyayê ya Terikandina Cixarê” qebûl kir. 

Min got ez vê roja terikandina cixarê bi bîra dost û hevalên xwe yên cixarekêş xim, belkî ev nivîsa min bibe wesîle û çend kes dev ji cixarê berdin.

Rojekê, du rojan dev jê berdin jî baş e, ewê him maddî û him jî sihetî li karê bin.

Çend hevalên min ên cixarekêşên li ber dilê min pir ezîz in hene, ew û xanimên xwe xweş tîryak in, bi hev ra îmanê li cixarê diçikînin. 


Hinekan ji zû da ye dev jê berdane, lê ji şansê wan ra xanimên wan dev jê bernedane.

Ji bo ez bi bîra wan û şopînerên xwe yên din xim jî min got îro ez vê nivîsê binivîsim. 

Bêguman ne şert e meriv ilim îro dev ji cixarê berde, lê îro û ev nivîsa min kane bibe gava pêşî ya terikandinê.

Ez jî heta çend sal berê tiryakîyekî baş bûm. Tarîxa terikandinê baş nayê bîra min, lê ez dibêjim herî kêm 5 sal in min dev jê berdaye û min gelkî rehet kiriye. 

Yanî meriv bixwaze meriv kane biterikîne û bi perê dide wê mîratê ji xwe ra kêfeke din bike. 

Di ser da tuxtor dibêjin cixare umrê meriv dirêj nake, lê kin dike, kane kin bike; bi kêmanî  ji bo gelek kesan dibe sebebê hin nexweşiyan û jiyaneke kin. 

Yanî yê dixwaze bîna kerrafiyê jê neyê, her roj 6-7 dolarê xwe neşewitîne û çend salan umrê xwe dirêj bike û neçe ba kalik û pîrika xwe û ji dêl wê ve bi neviyên xwe ra bilîze, hema ji îro baştir tuneye, bira dev ji cixarê berde…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE