31 december 2023

Sala we ya nû pîroz û bimbarek be


Gelî dost û hevalên hêja, sala we ya nû bi dil û can pîroz dikim. Sala 2023´a ji bo me kurdan saleka bêyom bû, mişt derd û êş bû. Li her çar perçên Kurdistanê bênabên êrîşî me kirin, em pir êşandin.

Îranê û Tirkiyê rika xwe li başûr û rojavayê Kurdistanê girê dane, nabênê nadin êrîşên xwe. 

Ji bo ku Amerîkayê ji herêmê derxînin û me ji xwe ra bikin nêçîr êrîşê Amerîkayê jî dikin.

Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me nehelîyan e

Belkî hin kes xwe aciz bikin lê ezê fikrê xwe bibêjim. Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me kurdê Kurdistana Bakur nehelîyan e, asîmîle nebûne, di warê kulturî da ji kurdayetiyê dûr neketine, bi qasî me kurdên bakur nebûne heyranê zimanê dewleta dagirker.

Em bûne wek soleke jihevdaketî, wek qerpalekî 77 pîne.

Tirkan tiştek di me nehîştine, heta bigihîje zimanê merivên analfabet, yên xwendin û nivîsandina wan tune jî kirine tirkî. Tirkî li hin gundan jî belav bûye.

30 december 2023

Îro ez rêberê xwarziyê xwe bûm


Îro mîvanekî min ê ezîz heye, xwarziyê min
Siyamed Sancar hatiya zîyareta xalê xwe. Nuha li Polonyayê kursekê dixwîne, hatiye serê sala nuh bi me ra pîroz bike.

Bi hatina wî ez pir kêfxweş bûm. Ji şansê wî ra hewa ne xweş e, lê dîsa jî min bîstekê li nava bajêr, bîstekê jî li dora mala gerand. 

Kêfa wî him ji Stockholmê ra, him jî ji taxa me ra hat.
Min 10 sal berê dîtibû. 

29 december 2023

Dixwazim qala xortekê wek zêr bikim

Cîranekî me yê kurdê ji Konyayê heye. Navê mêrik Salih e. Wek gelek kurdên Konyayê, ew jî pîzacî ye.

Berê jî du caran min qala vê malbatê kiriye. Merivên pir mervan û hurmetkar in. Pir qedrê me digrin.

Keç û lawekî wan heye. Lawik 22 salî ye. Navê wî Emîr Erdogan e.
Xortekî wek zêr e. kurmancîya wî super e, tu dibêjî hîn nuh ji gund hatiye.

Îro ez û xatûn ji marketê dihatin, barê me heduyan jî giran bû.

28 december 2023

Ev jinik bi qetlîama Roboskîyê kêfxweş e

Ji zanîngeha Agiriyê akademîsyeneka îslamî ya bi navê Tuba Işik di platforma X´ê da di binê vî rismê merasima cenazeyê qetlîama Roboskîyê da gotiye:

“Dîmen/risim pir xweş e, bira daimî be.”

Ji bo ku însan bi kuştina 34 zarokên 14-15, 16 salî kêfxweş bibe dibê sadîst be, dibê ji însanîyetê derketibe.

Çima haya kurdên başûr ji edebîyata kurdên bakur tune ye?

Nivîskarê romana ”Orgazmên Ejdehayekî” Vehêl Mihsîn nivîskarekî ji başûrê Kurdistanê ye. Nivîskarekî ciwan e.

Beşdarî Fûara Kitêban a Amedî bûye. Di panelê da li ser têkiliya kurdên başûr bi edebîyata kurdên bakur ra gotiye:

"Haya başûrîyan ji romana kurdî ya bakur nîne û zêdetir jî berhemên nivîskarên tirk li başûr têne xwendin."

27 december 2023

Kurdan eşkere bi kuştinê tehdît dikin

Li Anqerê hin kes li ber avahiya DEM partiyê kom bûne, xwedêgiravî DEM partiyê protesto dikin. 

Lê ji protestoyeke normal wêdetir gefa kuştinê li kurdan dixun. Torbeyên zer danîne ber avahiya DEMP partiyê.

Torbeyê zer sembola kuştinê û qetlîamê ye, bi torbeyên zer dibêjin emê we bikujin, têxin van torbeyan.

Û hêzên ewlekariyê jî li vê gefa mezin temaşe dikin.

Hêvî dikim sala nuh ji ya nuha baştir be

Sala nuh nêzik dibe. Tiştek neguherî. Rewşa me, hal û ehwalê me xerabtir bû, baştir nebû. 

Dinya eynî dinya ye, dijminên me eynî dijmin in, serokên me jî eynî serok in.

Yanî tas jî hîn eynî tas e, himam jî hîn eynî himam e.
Hêvî dikim sala nuh derîyekê xêrê li me veke, halê me baştir bike, ken bike nesîbê me.

26 december 2023

Celadekî me wek qehremanê xwe îlan kirine

Li Tirkiyê li navçeya Îzmirê Bûcayê navê yuzbaşî Esat Oktay Yildiranê celadê îşkencexana Amadê, qatilê 50 kurdên êsîr girtibûn dane dibistaneka destpêkê ya gundê Belenbaşî.

Yuzbaşî Esat Oktay Yildiran, piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î berpirsiyarê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û bi îşkence û wahşeta xwe meşûr bû.

Di dema wî da bi hezaran kes hatin îşkencekirin, bi sedan seqet man, 50 kes jî di îşkenceyên hovane da hatin kuştin.