31 augusti 2022

Gorbaçov jî xatir ji dinyayê xwest


Michail Gorbatjov jî mir. 91 sal umir kir, ne hindik e. Rahma Xwedê lê be. Merivekî baş bû, tiştên baş kir. Xêra wî miletên Sovyetê azad bûn.

Rûdawê di sernivîsa xwe da gotiye, ”Mikhail Gorbachev dawî serokê Yekîtiya Soviyetê koça dawî kir.”

Hin kesan jî gotine ”seokê dawî yê Sovyetê mir…”

Ez dibêjim ev hawê sentaksê şaş in, meriv bibêje ”Serokê Sovyetê yê dawî mir” rasttir e. Yanî ne ”serokê dawî”, serokê Sovyetê yê dawî.

Gelo hevalên zimanzan çi dibêjin?

Bi mîvanekî ezîz ra


Îro rojeke pir xweş bû, min du dost û hevalên xwe yên pir ezîz dîtin. Saet di 15.30î da min Osman Aytar dît, me bi hev ra bîstekê qala rojên borî kir.

Min rewşa wî baş dît, hêvî dikim di demek nêz da bi temamî baş bibe.

Çend rêz ji bîranînên min -222-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-31
*Saet di 14a da civîna Komîta Partiyê(KÎPê) bi endaman ra çêbû. Em li ser Berbangê jî peyivîn. Biryar hat girtin ez dîsa di Berbangê da bixebitim û binivîsînim.
Ez li dijî vê biryarê bûm, min got ez naxwazim, lê biryar bi piraniya dengan hat girtin.

*Min û Îbrahîmê ji PDK-Îran hevdu dît. Min belavoka li dijî Tirkiyê jê ra xwend, got navê PDKê derbas nebe baştir e. Lê biryara dawî emê sibe bigrin. PDKa başûr dibêje gerek hûn bibêjin êrîşê me bûye.

30 augusti 2022

Payiz demsala herî dijwar e

Wele havîna germ qediya û payiza rengîn îro xwe nîşanî me da.

Li Stockholmê îro tam rojeke payizê ya xweş e, tîna rojê nemaye, bayekî honik ruyê meriv baweşîng dike.

Payiz bihareka cihê ye, bihareke dereng e, her pelek gulek e, xweza, dar û ber hêdî hêdî rengîn, kesk û sor û zer bibin.

Bayê honik bi xwe hesiya ye, li hemberî pelên daran bêmerhemet e.

Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin!

 


Hovên herî wahş jî wiha nakin !
Pûlis û leşkerên Tirkiyê di sala 2015a da Hakan Arslan li Diyarbekrê bi hovîtî kuştin.

Savcî îro li Diyarbekrê hestiyên Hakan Arslan di nava torbakî sipî da daye destê bavê wî Elî Riza Arslan, gotiye a ji te ra hestiyên lawê te.

Zalimiyeke, xedariyeke ji viya mezintir nabe. Meriv çawa kane hewqasî ji însaniyetê dûr keve aqilê meriv nagire!
Meriv çawa kane hestiyê xortekî têxe na torbakî û wek pakêtekê, wek diyariyekê bide destê bavekî?

Çend rêz ji bîranînên min -221-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-30

Min û Kemalê berpirsiyarê PDKê yê Stockholmê îro li ciyê Rizgariyê hevdu bidîta, ji bo belavoka li dijî êrîşa Tirkiyê îmze bike. Me di telefonê da li hev kiribû.

Ez çûm wira, ew jî hat. Min jê ra belavok xwend. Belavok baş dît. Lê got:
”We di beyanê da navê Partiyê nedaye, we negotiye êrîşî me kirine, we gotiye êrîşî pêşmerge kirine. Heger hûn navê partiyê(yanî navê PDKê)binivîsin emê îmze bikin, ya na em îmze nakin.”

29 augusti 2022

Xwezî ev sitres bi min ra çênebûya

Gava du sê kar dikevin ser hev ez dikevim sitresê, dest û nigên min li hev dipiçikin.

Dibê ez her roj bîranînên xwe û nivîsek, du nivîsan binivîsînim û têxim bloga xwe. Yanî dibê bloga min her roj miheqeq were nuhkirin. Xwendevan her roj du sê nivîsîn nuh bixwînin.

Ev ne bes e, çendakî berê di arşîva xwe da ez rastî çend defterên hin salên bîranînên xwe hatim. Ez wan jî dinivîsînim.

Çend rêz ji bîranînên min -220-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-08-29
Civîna Komela Stockholmê saet di 17.00a da li Federasyonê çê bû. Zubêrê mala Cegerxwîn jî li ser navê komela xwe belavoka li dijî Tirkiyê îmze kir.
Berî ez herim civînê min Mecîd Cahferî dît, wî jî li ser navê partiya xwe belavok îmze kir.
Tirk û ereb me dikujin em jî belavoka belav dikin, tiştê di destê me da maye ev e, lê ev jî ne êrîşên dijmin disekinîne, ne jî fêdakê dide me.

28 augusti 2022

Piştgiriyê bidin Temaşeyê

Gelî dost û hevalên ezîz, hetanî nuha haya min ji E-kovara Temaşeyê tunebû, ez û xortê berpirsiyarê wê do di semînera Kenanê Nado da rastî hev hatin.
Me bîstekê sohbet kir. Xort ji min gazin kir, got te qet qala Temaşeyê nekiriye. Ez şermezar bûm, min soz dayê dibê qalê bikim.