28 februari 2022

Pûtîn ji bo dinyayê talûkeyeke pir mezin e !

Merivê dinyanedî, bêesil dema dewletî dibe gewî dibe, bela xwe di xelkê, di kevir û dora xwe, bi ezmanan da hildiperike.

Çend sal berê rewşa Tirkiyê hinekî baş bû, zikê tirkan hinekî têr bûbû, vê yekê Erdogan gewî kir. Li ciyê rehetiyê êrîşî kurdan, Sûriyê û Îraqê kir.

Bela xwe di cîranên xwe gişan da. Lê nuha bi erdê ve zeliqîne, li kurtêlek nanê tisî hesilîne, bi parsê ketine.

Nîşana pîrbûnê

Yekî ji derdê hêrsokiya xanima xwe ketibû êlemanê, derdê xwe ji hevalê xwe ra got, dûra jî pirsî:

-Ma tuxtor hêrsokiya(esabîyeta) xanima te tedawî kir ya na?

Hevalê wî got:

-Erê, nuha pir baş e.

Mêrik got:

Çend rêz ji bîranînên min -50-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-28

Îro hinekî westiyayî me. Wek her roj piştî kar dîsa min berê xwe da komelê. Xwediyê çapxanê berî min kovar anîbû komelê. Zîya Avcî û Mihemedê Hekarî nivîsên Armancê dinivîsîn.

Mûrad Ciwan û Malmîsanij gotibûn bira Zinar du kovaran bîne û were mala Mûrad. Min sê kovar, dudu wan ra, yek ji xwe ra kirin çentê xwe û bi rêketim. Ew jî, ez jî bi çapbûna Roja Nû pir şa bûn, wek ji meriv ra zarok çê bibe.

27 februari 2022

Tirkiyê jî 7 sal berê Sûr wek Kîevê bi tank û topan wêran kir

Tiştê Rûsya nuha li Ûkranyayê, li Kîevê  dike Tirkiyê 7 sal berê (2/11-15-10/3-16) eynî barbarî li Sûra Diyarbekrê, li Şirnexê, li Cizîrê û li Nisêbînê kir.

Lê kesî jî ji Erdogan ra negot çima tu vê wahşetê dikî?

Ji dawiya sala 2015a hetanî 10ê adara 2016a, 103 rojan artêşa Tirkiyê Sûr daber tank û topan.

Li gorî beyana dewletê ya resmî 279 kurd kuştin. Reqema rast helbet gelkî zêdetir e.

Hezkirin

Jinikê gazinên xwe bi hevala xwe dikir, derdê mêrê xwe jê ra digot:

-Xwişka min, ez nizanim ez çi bikim. Piştî 9 zarokên me çêbûne, mêrê min ji min ra dibêje, min tu carî ji te hez nekiriye!

Hevala wê got:

Çend rêz ji bîranînên min -49-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-27

Çer min kar qedand ez bi lez çûm çapxaneya Mîlonas, ji bo ku li rewşa Roja Nû binêrim.
Hîn neqedandiye, lê li ber qedandinê ye. Emê sibe ji çapxanê bigrin. Min nusxeyên wê dît, ne xerab e.
Ji ber ku me orjînal çap kiriye hew dibe. Pir kêfxweş û pir bi heyecan im.

26 februari 2022

Dîktatoran huzûr li dinyayê nehîştine

Ji zû da bû me xwe nedabû ber rojê. Îro li Stockholmê roj xweş bû. Berf li erdê, 3-4 derce germ bû. Piştî ez û xanim ji gerrê vegeriyan, me li hewşê xwe da ber rojê; me qahwa xwe îro li hewşê vexwar.
Li Kîevê însan di zêrzemiyan da perîşan in, di bin topbaran û bombebaranên Pûtîn da ne.
Li Kurdistanê bi milyonan kurd di çandiran da di halekî perîşan da ne, em jî li mala xwe rehet rehet qahwa xwe vedixun.
Helbet ev ne edalet e, meriv li herêmeke aram û di nav rehetiyê da be vê bêedaletiyê  di dilê xwe da his dike.

Çend rêz ji bîranînên min -48-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-02-26

Di vî karê minê nuh da îro roja min a sisiya ye. Di van sê rojan da min dît ku kal û pîr çiqasî tenê ne, hesret in bi însanan ra bipeyivin.

Wexta me tune ye em li ba wan zêde bimînin, saetên me yên kar diyar in. Dema ew saet qediya em diherin maleka din.

Lê gava meriv dike here û jê xatir dixwaze, meriv ferq dike naxwazin meriv here û dîsa di hundur ra bi tenê bimînin.

25 februari 2022

Bêedaletî û terefgiriya dinyayê cesaretê dide zalimên wek Pûtîn

Di dagirkirina Ûkraynayê da sûcê Neteweyên Yekbûyî, NATOyê û Yekîtiya Ewrûpayê jî heye; çimkî berê hin dîktatorên wek Pûtîn îdare kirin.

Heger Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, mahkimeyên mafên mirovî yên navnetewî, NATO adil bûna, heqnas û bêteref bûna, ji hin zalim û dîktatoran ra çavên xwe negirtana, belkî Pûtîn ewê newêrîbûya êrîşê bibe ser Ûkraynayê, bajaran bombebaran bike, xelkê siwîl bikuje û bi hezaran jî koçber bike.