31 december 2021

Gelî dost û hevalên ezîz, sala we ya nû pîroz be !

Gelî xwendevan, nas, dost û hevalên ezîz, sala we ya nû hemûyan bi dil û can pîroz dikim.

Bi hêvîya sala nû ji me ra, ji miletê kurd ra bibe saleke baştir, saleke bê derd û êş, sala serketinê û azadiyê.

30 december 2021

Me haziriya xwe ya sersalê temam kir

Ez û xanim em haziriya sibe, ya sersalê dikin. Xanim di mitpaxê da dixebite. Kufta, pela çêdike, haziriya nanê goşt dike. Rojen jî alî dike, ew jî fêrî pelpêçanê bûye.

Lê helbet karê giran dîsa bû para min.
Ez du caran çûm dikanan û hatim. Hewa jî gelkî ne xweş e. Dinya ewr e, xunaviyek hûr dibare, berf dihele, erd şematok e.
Lê ez pir semt dimeşiyam.

Dibê êdî em bi derewên tirkan ên devkî nexapin !

Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici ji Rûdawê ra gotiye ”heger ew werin ser hukim, ewê ji bo çareseriya mesela kurdî hin gavan bavêjin, hin gavên di vî warî da ew bajin ewê hebin.”

Ev gotin tiştekî konkret nabêje, nayê maneya ewê heqê kurdan bidin. Dibê meriv wer fêm neke.

Du dîn

Tuxtorê nexweşxana dînan(aqil)li nav nexweşan digerîya, li halê wan dipirsî. Ji nexweşekî navê wî pirsî, got:

-Navê te çi ye?

-Yê nexweş hinekî fikirî, got:

-Navê min Napoleon Bonaparte.

Tuxtor got:

Mûcîze

Di dersa dînî da mamoste ji zarokan ra qala çîroka Hezretî Yûnis û masiyê balîne dikir. Hezretî Yûnis çawa ji zikê balîne sax derketibû, bi heyecan ji wan ra digot.

Zarokan jî bi heyecaneke mezin lê gudarî dikirin. Mamoste ji bo ku bi wan ra heyecanê zêdetir bike got:

29 december 2021

Hiş nemaye

Carnan serê gotinê, wek nimûne meriv dibêje, ”nayê bîra min, min do çi xwariye."

Ev yek îro bi rastî hat serê min, min nizanîbû min do çi xwariye.

Bîstek berê min ji xanimê ra got:

-Xanim, îşev şîva me çi ye?

Got:

Miletê tifaqa xwe çêkir, zû dereng qezenc kir

Mal jî, dewlet jî bi tifaqê çê dibe. Tifaq, piştgirî, hevkarî tune be ne mal çê dibe, ne jî dewlet.

Miletên bi tifaq bûn, yên yekîtiya xwe çêkirin gihîştin armanca xwe û dewletên xwe ava kirin. 

Miletên wek me bêtifaq man jî perîşan bûn û man bindest. Gotina pêşiya ye, ”mala rik û bahsê, wê rake tûrê parsê."
Tifaqa meriya welatan şên dike, çiyan werdigerîne.

28 december 2021

Rojekê emê hesabê qetlîama Roboskê ji we bipirsin


10 sal di ser qetlîama Robskîyê ra derbas bûn. Deh sal berê di 28ê meha 12a da leşkerên Tirkiyê bi balafiran 34 kurdên siwîl kuştin. 19 jê zarok bûn, hîn 18ê xwe neqedandibûn.

Ji bo ku yên hatin kuştin kurd bûn, qatil û yên emir dan qatilan hîn nehatine girtin û cezakirin. Dewleta tirkan kuştina kurdan tim xweş dîtine, îdare kiriye. Yên hatin kuştin heger tirkbûna helbet ewê bêceza nemana.

Bi koça kurdan Kurdistana Başûr vala dibe

Di malpera Rûdawê da li ser koçkirina ji başûrê Kurdisranê xebereke ecêb heye.

Li gorî xeberê Kurdistan bi bêdengî vala dibe. Kurd qefle bi qefle, bi hezaran ji Kurdistanê direvin. Ev felaketeke pir mezin e, felaketeke netewî ye.

Li gorî îstatîstîkên rêxistina Elened(NGO) îsal ji herêma Duhokê tennê zêdetirî 10 hezar kesan berên xwe dane Ewrûpayê.