Vê sibê gava min twîttera xwe vekir, di dewsa logoya
Twitterê çûka hişin da serê kûçikekî zerik li milê çepê hebû.
Serî dişibiya serê gur jî. Min got kane gur be jî.
Wek her tim, min dîsa got hebe, tunebe ev îşê tirka ye.
Miheqeq ajan, faşîst- maşîstekî tirk serê vî kûçikî xistiye malpera min, ji bo
ku min biqeherînin.

