04 april 2023

Çîroka min û Twitterê

 

Vê sibê gava min twîttera xwe vekir, di dewsa logoya Twitterê çûka hişin da serê kûçikekî zerik li milê çepê hebû.

Serî dişibiya serê gur jî. Min got kane gur be jî.

Wek her tim, min dîsa got hebe, tunebe ev îşê tirka ye.

Miheqeq ajan, faşîst- maşîstekî tirk serê vî kûçikî xistiye malpera min, ji bo ku min biqeherînin.

Çi xerabî û qeza were serê min ez şikê ji ajan û çeteyên tirk dikim, çimkî ew wek kûçikên narkotîkayê tim bînê digerînin, wer li pey me ne.

Li Ewrûpayê bi hezaran ajan tirk li ser kurdan îstîxbaratê top dikin. Yanî ev çika min ne bêbingeh e.

Ji bo ku ez serê kûçik rakim, min pir li ber da, min çi kir jî fêde nekir, serê kûçik ji malpera min neçû. Teseliya min ket, min dev jê berda.

Min got ezê ji yekî zana bipirsim, bê hela çawa bikanibim ji rismê vî kûçikî xelas bibim?

Nuha min di Rûdawê da xwend, Twîtterê logoya xwe guhertiye, serê kûçik xistie dewsa çûka hişin.

Lê Twîtterê ji bo vê guhertinê hetanî nuha tu beyan meyan nedaye, bi milyonan bikarhêner ji vê guherîna mezin û muhîm bêhay bûn.

Ez bi xwe ji Rûdawê hay bûm guhertineke wiha çêbûye.

Dibê Twîtterê berî guhertinê bi çend rojan bikarhênerên xwe haydar bikira.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE