05 april 2023

Bêhêvîtî malwêranî ye

Îro dîsa rojeke nuh e. Her rojeke nuh îmkan û macerayek nuh e. Wek destpêka nivîsîna çîrokek nuh e.
Dibê meriv bi fikrên pozîtîf dest bi rojê bike.
Di demên herî xerab da jî dibê meriv bêhêvî nebe, des tji ber xwe bernede.

Hêvî dikim îro ji bo me kurdan rojeke xêrê û mizgînên xweş be. Ji dêlî em dilan bihêlin, hevdu xemgîn bikin, em dilan şa bikin, moral bidin hev.

Di medyaya sosyal da min hinekî bala xwe da xeberan, baş e, xeberek ne xweş bi ber çavê min neket.

Wekîlê HDPê yê berê Îdrîs Baluken ji girtîxanê derketiye, ji êsîriya dewleta tirk xelas bûye, gihîştiya azadiya xwe. Kêfa min hat. Jê ra serketinê û selametiyê dixwazim.

XXX

Wele îsal zivistana bi me bûye qirnî û qijnik ji me naqete.

Ez û xanim çûn 77 deqîqeyan, li dora 6 km meşiyan. Berfê dayê, me riya xwe zêde dirêj nekir.

Min xwest em hinekî din bimeşin, lê gerek saet di 14.00a da em bigihîştana ser programa Qesra Xewnan ”Drömslottet”, lema em hatin mal.

Berfa me hîn dibare lê hîn erd negirtiye, berfa nîsanê ye, wek berfeke henekî ye.

Berfa nîsanê ne tu berf e, meriv pê dikene. Lê li Kurdistanê nuha çiya û banî sipî kiriye. Bra berfa Kurdistanê jî pesnê xwe bide, bibêje ez berf im.

XXX

Mistefê Osê, bênamûsî, cahşîtî, nokerî û kûçiktiya ji neyar û dagirkerên Kurdistanê ra bi çarînekê pir xweş tarîf kiriye.

Meriv li ser kurdên bûne çekdar û cahşên Tirkiyê kitêbekê jî binivîsîne belkî dîsa jî nikanibe hewqasî xweş tarîf bike.

Kumê bênamûsiyê li serî ye

Bi ya wî ew ferişte û perî ye

Lê em dibînin waye bi terî ye

Bi daxwaza neyar li ber derî ye

Seh û seg û kûçikê vî şerî ye

///Mistefa Osê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE