04 april 2023

Ji siyasetê ra jî hosteyî lazim e

Her bazirgan(têcir), her kesê bazirganiyê, ticaretê dike ne bazirganê, tacirê baş e, zîrek û zana ye.
Lema hin bazirgan di bazirganiyê, tîcaretê da zirarê dikin, topa xwe davêjin, hinek jî karê dikin, mezin dibin.
Siyaset jî wiha ye-

Her siyasetmedar jî ne siyasetmedarê zîrek û zana ye, ne erbabê karê xwe ye.
Yanî ji ber ku bûye serokê partiyekê, bûye siyasetmedar siyasetê baş zane, her tiştê dike, her biryara digre rast û di cî daye.

Siyasetmedar hin caran kanin siyaseteke şaş, bi zirar bimeşînin, di xebata xwe da tiştekî bi dest nexin, ne kin bibin, ne dirêj bibin. Partiya wan bi nav hebe lê di praktîkê da tunebe...

Lê ev yek di serî da xuya nake, piştî hasil diçe mûsil, piştî govend diferike derdikve ortê.

Çawa dest di ser dest ra ye, siyasetmedarên jîr, hoste, erbabê siyasetê jî hene, yên xeşîm û ecemî jî. 

Siyasetmedarên jîr, hoste, karîzmatîk bi ser dikevin, partiya xwe, hêza mezin dikin, ji miletê xwe ra karê baş dikin, yên xeşîm, ecemî jî di kar û xebata xwe da li zirarê derdikevin, tiştekî bi ser avê naxînin, tahb û sahba wan dibe keda bersîs, bi avê da dihere.

Lê meriv nikane siyasetê li kesî qedexe bike. Siyasetmedarên ne erbab jî bi salan dev ji berpirsiyarên xwe bernadin.

XXX

Hin kesên di nav kurdan da destikên Erdogan û hukûmeta wî ne lê tifaqa hin partiyên kurd û HDPê rexne dikin, hin şaşî û kêmasiyan rêz dikin.

Ew dostanî û hevaltiya xwe ya bi hukûmetê ra normal dibînin, lê tifaq û hevkariya kurdan şaş dibînin.

Ez dimrim, dibehecim, birinc jî dibêje ez birinc im.


XXX

Ev çendake rejîma faşst li Kurdistanê zor daye girtina kurdan. Her roj bi dehan kesî digrin, dixin girtîxaneyan.

Îro li Rihayê dîsa 12 kurd girtine. Çend roj berê jî 24 kes, piraniya wan jin girtibûn. Qey dixwazin berî hilbijartinan kurdan li der nehêlin, gişan têxin girtîxaneyên faşîzmê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE