03 april 2023

Ji siyasetê ra erbabî lazim e

Li bakurê Kurdistanê di warê siyasî da rewşeke pir taybet, pir îstîsnaî heye. Em nikanin vê rewşê ji nedîve werin, siyaseteke li gorî vê realîteya heyî nemeşînin. Gerek em realîst bin, hin îmkanan red nekin.

Dibê em nebin temaşevanên vê rewşê, dibê em bi aktor bin, gavên fêdeyê digihînin me bavêjin, meydanê ji dijmin ra nehêlin, cî li dijmin teng bikin, dijmin û dagirkeran mecbûrî hin tawîzan bikin.

Em bi dijminê xwe ra di şer da ne, di şer da her kes li gorî hêza xwe şer dike û daxazên xwe bi dijmin dide qebûlkirin. 
Ji siyasetê ra hosteyî lazim e, tiştê kara meriv tê da hebe dibê meriv bike.

XXX

Ji bo ku weşanxane kitêbên kurdî zêde çap bikin gerek kitêb werin firotin, dibê bazara kitêbên kurmancî-zazakî ne kesad be.

Her kurd li gorî qeweta xwe kane salê bi kirîna çend kitêban destegê bide weşanxaneyên kurdî. Kirîna kitêbên kurdî piştgiriya bi kurdî ra ye jî.

Ne şert e her kitêba meriv dikire tavilê bixwîne.

 XXX

Di rojnameya swêdî Arbetarenê da henekek 1ê nîsanê ya pir xweş heye. Kêfa min pir jê ra hat. Ji bo ku Swêd serokê Tirkiyê, kevoka aştiyê, serokê cîhanî yê mezin Sultan Recep Tayyip Erdogan memnûn bike, hukûmet ewê li Stockholmê navê derdora Diplomatstaden "Miklagården" û rêya Dag Hammarskjöld bike Bulwara Recep Tayyîp Erdogan.

Ev herêm, herêma sefaretên biyanî ne.

Henekek pir xweş, li ser serokên Swêd û Erdogan teşbîh û teswîrên pir xweş tê da hene, henekek mikemel e.

Hûn kanin di Googlê da wergerînin zimanê hûn zanin. Wergera kurmancî jî pir xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE