03 april 2023

Ax û eman ji derdê van rojbûnan !

Her roj belkî bi sedan agahiyên rojbûnên hevalên min ên medyaya sosyal tên posta min a Outlookê. Ez di bin da pelixîm, bi avêtinê pî û bask ji min da ket.

Serê mehan ev jimar carnan hezarî derbas dike. Ez feqîrê Xwedê di nav hewqas kar û bar da dest pê dikim davêjim û davêjim û davêjim. Naqede.
Roja din eynî tişt e.

Xwezî bi hawakî min bikanîbûya rê li ber vê gelşê bigirta, ev agahî ji min ra nehatana, minê pir rehet bikira.

Heger alim û pisporekî van îşan aqilekî bide min ezê pir kêfxweş bibim.
Di Facebookê da 4 hezar û çarsed hevalên min hene, belkî ji ber wê ye, her roj hewqas agahiyên rûjbûnan(rojên jidayikbûna) ji min ra tên.

 Bi Xwedê meşûrbûn jî ne tu hawe ye, meriv pir diwestîne.
Berê kurdan kesî rojbûn, mojbûn pîroz nedikirin, ji xwe gelekan bira roj li wir bimîne, nizanîbû kîjan mehê û kîjan salê ji diya xwe bûye.

Ya xêra nivîsa li ser gorra kalikê min(bavê diya min)ez zanim ezê yê kîjan salê me, lê roj û meh mechûl e.

Lê nifşên(cîlên) nuh êdî giş zanin kîjan rojê û kîjan saet û deqîqeyê çêbûne.

Yanî rojên jidayikbûnên nifşên nuh giş bi belge, bi şahid û bi fotograf in.
Hata bigihîje dema hatine dinê çend kîlo bûne ew jî tê zanîn.

Di dema me da tiştê wiha tunebû, feqîrên dayikên me li mal, li ber destên pîrikên nezan diwelidîn. Nuha êdî bûye nexweşxane û hemşîre..

XXX
Di rojnameya swêdî Arbetarenê da henekek 1ê nîsanê ya pir xweş heye. Kêfa min pir jê ra hat. Mîzaheke mukemel kiriye.

 Ji bo ku Swêd serokê Tirkiyê, kevoka aştiyê, serokê cîhanî yê mezin Sultan Recep Tayyip Erdogan memnûn bike, hukûmet ewê li Stockholmê navê derdora Diplomatstaden "Miklagården" û rêya Dag Hammarskjöld bike Bulwara Recep Tayyîp Erdogan.

Ev herêm, herêma sefaretên biyanî ne.

Henekek pir xweş, li ser serokên Swêd û Erdogan teşbîh û teswîrên pir xweş tê da hene, henekek mikemel e.

Hûn kanin di Googlê da wergerînin zimanê hûn zanin. Wergera kurmancî jî pir xweş e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE