02 april 2023

Zarokên xwe ji xwendina van herdu kitêban bêpar nehêlin


”Serê şevê çîrokek”, ya Selîm Temo û kitêba min ”Hebû tunebû” du antolojîyên xemîşokên(fabilên)zarokan in. Herdu kitêb jî bi risim in.

Dê û bavên hêja, zarokên xwe ji çîrokên van herdu kitêban bêpar nehêlin.
Wek dê û bav wezîfe û berpirsiyariya we ye hûn zarokên bihewisînin xwendinê û wan bi van çîrokên kurdî yên lawiran mezin bikin.

Bira zarokên we hay ji edebîyat, çîrok û meselokên kurdî hebin.
Bira zarokên we ji biçûkî da bihewisin xwendinê.

Bira zarokên we lawiran nas bikin, navên wan bi kurmancî fêr bibin.

Bi xwendina van çîrokan zarokên we ewê him kurdîya xwe bi pêş xînin, him jî aso û dinya xwe ya xeyalî berfirehtir bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE