Sibehan gava ji xew radibim û kompîtora xwe vedikim carnan di serê min da mijarek zelal tune ye, nizanim ezê çi bikim, çi binivîsînim.
Bîstekê bala xwe didim Twîtterê, Facebookê, rojnameyên swêdî, nivîsên bala min
dikşînin dixwînim.
Bala xwe nadim medyaya tirkî, malperên wan venakim, rojnameyên wan naxwînim.
Heger kurdekî qala nivîsekê, beyanekê kiribe wiya dixwînim.