05 februari 2023

Hin sibehan nizanim ezê çi binivîsînim

Sibehan gava ji xew radibim û kompîtora xwe vedikim carnan di serê min da mijarek zelal tune ye, nizanim ezê çi bikim, çi binivîsînim.

Bîstekê bala xwe didim Twîtterê, Facebookê, rojnameyên swêdî, nivîsên bala min dikşînin dixwînim.

Bala xwe nadim medyaya tirkî, malperên wan venakim, rojnameyên wan naxwînim. Heger kurdekî qala nivîsekê, beyanekê kiribe wiya dixwînim.

Hêdî hêdî di serê min da fikrek li ser binivîsînim çê dibe. Vêsê hîn li dorê diherim û têm, lê hîn tiştekî li gorî dilê min çê nebûye.

Li ser kurdan yek xebereke xêrê, meriv dilşa bike tune ye, yek ji yekê xembartir e.

Min di Rûdawê da xebera qeza otoboza Amedê xwend, 8 kes mirine, 35 kes jî birîndar bûne. Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm. Xwedê sebrê bide malbatên wan. Ji birîndaran ra şîfayê dixwazim.

Xeberên li ser kurdan giş diltezîn in, yek xebera kêfa meriv bîne, meriv dilşa bike tune ye.

Vê bindestiya me pir ajot, pir dirêj kir. Ev dema dirêj û mişt êş û jan kurd gelkî êşandin, şexsîyeta gelek kesan dejenere kiriye.

Netîceya zulmê û bindestiya salaên dirêj wiha ye, her kes nikane zulmeke hewqasî zêde û demeke hewqasî dirêj tehamul bike û şexsîyeta xwe biparêze.

Her kes ne qehreman e, her kes nikane li hemberî zulmê rabe, dewletê bêminet bike.

Gelek însan bêçare ne, ji mecbûrî, ji bo ku ji karê xwe nebin, ji bo ku birçî û perîşan nebin dikevin qalibekî din, xwe nêzî dewletê dikin.

Dema ev dem dirêj dikşîne gelek însan ji kurdayetiyê dûr dikevin, hew kanin vegerin ser koka xwe. Welhasilî kelam rewşa me xerab e, em roj bi roj dihelin, asîmîle dibin û gelekên me jî dibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE