04 februari 2023

Ez dibêjim ev dereweke bi boçik e

Xwedêgiravî Daîşê xwestiye êrîşî konsolosxaneya Swêd a Stenbolê bike û pûlis 15 kes girtine(!)

Derew e, lîstikek nuh e.

Li gorî xebera Ajansa Anadoliya Tirkiyê hin kesên Daîşê xwestina êrîşî ser konsolosxaneya Swêd a Stenbolê û ya Hollandayê bikin. Xwedêgiravî pûlisan 15 endamên Daîşê girtine.

Dereweke bi boçik e, binake û sinakawê tuneye, tiyatro ye, fêlbaziyeke serokê mezin e.

Heger ne vir e, bira navên wan, rismên wan belav bikin. Heger rast be jî bi emrê dewletê kirine, yanî tiyatro ye.

Li Tirkiyê Daîş bêyî emrê Tirkiyê xîçekî jî navêje ji konsolosxaneya Swêd da. 

Ji bo ku Daîş tiştekî wiha bike dibê îstîxbarata Tirkiyê(MITê)wezîfe dabê. Daîş bi serê xwe, bêyî emrê dewletê karekî wiha nake.

Serokê mezin bi derewa komîk dixwaze xwe bi Amerîkayê şîrîn bike, bide efûkirin.

Bi texmîna min ev îşareta teqleyeke nuh e, Erdogan dike di mesela endametiya Swêd û Fînlandiya tê da 90 dereceyî çerx bike û bibêje temam, em daxwaznameyê îmze dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE