04 februari 2023

Berfê Kurdistan sipî boz kiriye

Wey mala Xwedê sed carî ava be, li Rihaya me jî berf barî ye, tew rê û dirb jî ji çûn û hatinê ra hatine girtin.

Maşala Kurdistan di bin berfê da maye, li her derê berf û tozan e, kêf kêfa zarokan e, dilîzin, xwe şûş dikin. 

Hêvî dikim li Wêranşara min jî barî be. Hemşeriyekî ya jî xatûneka hemşeriya min xebereke xêrê bide min ezê pir kêfxweş bibim.

Bi qasî ez dibînim diyarbekrî, mêrdînî tê da mane, pê xenê bûne, înşela hemşeriyên min ji vê xêr û bereketê bêpar nemînin. Berf xizna erdê ye, berf hevîrtirşê erdê ye, çiqas zêde bibare ji erdê ra baş e.

Berf ne li çiyan tenê, li Rihayê jî dibare. Berf barî ji bo ku nig bicemide.
Berfa berbî êvarê qirê tîne li debarê.

Berfa hûr e dawî dûr e, berfa gir e dawî li vir e. Bira li Wêranşara min jî bibra em bi ya hûr jî razî ne, bi ya gir jî razîne.

XXX

 Karê îro nehêle ji sibê ra. Sibe belkî tu nikanibî bikî, belkî tu nexweş bikevî, belkî tu bimrî.

Sibata me hinekî no dest pê kir.

-Sibatê ban kir adarê, got: sê roja bide min bi deyn, ezê gîskên pîrê ji tahtan bînim xwarê.

-Sibat tiro-viro, adar ma bîst û du ro.

XXX


-Sibê parî, nîvro hetanî tu kanî, êvarê dixwî, naxwî tu zanî.

Bi telaq pêşiyên me rast gotine, bi baweriya min jî pêşniyareke baş e, di cî da ye. Meriv kanibe tetbîq bike baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE