04 februari 2023

Derdê me yê bêderman

Şerîf Semsûr di Facebookê da rismekî diya xwe û bavê xwe belav kiriye û tiliya xwe daye ser birîneke me kurdan ya mişterek, gotiye:

”Diya min û bavê min bi tirkî nizanîbûn. Neviyên wan bi kurdî nizanin. Hey çep û dînciyên kurd, nuxteya em hatinê ev e, dibê hûn bizanibin.”

Her kurd viya zane, mesele ne nezanîye.
Şerîf Semsûr him ji asîmîlasyonê gazin kiriye, him jî ev du rêzên xwe jî bi tirkî nivîsîye. Meriv bibêje cixare ne baş e, ji siheta meriv ra xerab e, meriv bi xwe cixarê nakşîne.

Meriv bibêje alkol xerab e, dibê bi xwe alkolê venexwe. 
Yanî yê ji asîmîlasyonê gazinan bike dibê ew xwe jê dûrxîne, ew xelkê mecbûrî xwendina tirkî neke.

Gelo Şerîf Semsûr bi zarokên xwe ra bi kurmancî dipeyive ya bi tirkî?

Heger bi zarokên xwe ra kurmancî napeyive, çima viya dike?

Çimkî zane asîmîlasyon ne baş e, ew bi xwe jê gazinan dike, rexne dike.

Însan bizanibe tiştek şaş e, ji bo miletê meriv xerab e, bi zirar e, dibê ew bi xwe wê şaşiyê neke.

Heger ew bi xwe jî wê şaşiyê dike, wê demê problem di wî da ye, ew ne merivekî bi îstîkrar e.

Bi baweriya min kesên di şiûra xerabiya asîmîlasyonê da bin, bibêjin asîmîlasyon ji bo me bi zirar e dibê ew zarokên xwe asîmîle neke.

Rahma Xwedê li dê û bavê wî yê kurd be, wan bi hurmet bibîr tînim. Gorên wan bihuşt be.

Hinek kes dibêjin dinya ne dinya berê ye, şert hatine guhertin, lema em nikanin wek dê û bavên xwe xwe ji asîmîlasyonê biparêzin.

Bêguman para rastiyê di vê da heye, rast e şert hatine guhertin. Lê ev yek kêmasiya me, sûcê me kêm nake.

Hinek jî dibêjin piraniya kurdan bi tirkî zanin, kuramncî nizanin, ji bo ku piranî kanibe bixwîne ew bi tirkî dinivîsin.

Mane û hincet pir in, kêla maneya tu carî tije nabe. Ji bo xatirê hinekên din dibê meriv tiştê şaş dibîne neke. Ez nakim.

Yanî dibê meriv sûc gişî nexe hustuyê dewletê, sûcdarê mezin em in, me bîr nebiriye, em nezan û cahil bûne. Lema me zarokên xwe asîmîle kirine. Dibê meriv viya qebûl bike û bibêje.

Lê meriv ji ku dera ziraré vegere li karê ye. Qe nebe ji nuha û pê da dibê meriv bi neviyên xwe ra bi kurmanc, zazakî bipeyive.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE