03 februari 2023

Ev zirta mezin ji ber tirsekê ye

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu dîsa daye lotikan û zirtek baş daye xwe, bi hêrs ji konsolosê Amerîkayê yê Anqerê ra gotiye:

”Ez ji vir ji konsolosê Amerîkayê ra dibêjim, wî destê xwe yê pîs ji ser Tirkiyê bikşîne !
Ez pir vekirî dibêjim, wî destê xwe yê pîs ji ser Titkiyê bikşîne. 
Hûn çi didin kirin, hûn kîjan gavan didin avêtin, hûn çawa dixwazin Tirkiyê tevlihev bikin ez pir baş zanim.”

Vana gotinên pir giran in, li ciyê rehetiyê ev zirzop û şûrkêşê Erdogan van zirtan nade xwe û Amerîkayê hewqasî vekirî tehdît nake.

Li Tirkiyê tiştek heye, rewşa Erdogan ne baş e, Amerîkayê ava efendî germ kiriye, dixwaze bi hawakî serê wî bişo. Heger gelşeke cidî tunebe ev zirzop van gotinan ji Amerîkayê ra nabêje. 
Diyar e hin tişt bi ber guhên wan ketiye, ji tirsa q...xwe ev zirt dane xwe. Yanî eyşik e, ji xwe bi şik e. Kûçik ji kîjan hêlê bitirse bi wê hêlê da diewt e.

Soylu li ser navê Erdogan van tiştan dibêje, bêyî emir û destûra Erdogan ne heddê Soylu ye bi vî şiklî êrîşî Amerîkayê bike, van gefan li konsolosê Amerîkayê bixwe.

Yanî Erdogan berî hilbjartinan dixwaze tevliheviyekê çêke, dolabekê bigerîne ji bo ku li ser kursya xwe bimîne. Îhtîmala êrîşî Kurdistana Rojava bike pir e. 

Belkî li hundur jî dixwazin hin tiştan bikin. Û Amerîka qebûl nake, li dij derdikve, mixalefetê ji van pilanên wan agahdar dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE