03 februari 2023

Zivistan lokê hêc e

Zivistan çiqasî no be jî dawî bihara rengîn e, hema hetanî jê tê bira zorê bide xwe, ew çiqasî bi sar û sema be jî emê biharê bibînin.

Îro li Stockholma xopan 12 derece di binê sifirê da sar e, berf e. Berfa sipî safî ye, dilpakî ye, pir kêfa min jê rat ê. Meşa di berfê da xweş e.

Lê zivistan demsaleka hinekî sert e, demsaleka babaegîd e, no ye, dibê meriv tim bi tedbîr be. Pêşiyan gotine zivistan lokê hêc e, dibê meriv xwe jê biparêze.

Gunehê zivistanê bi kesî nayê, mêr û jina herî ji xwe razî jî ji ûertav da dixîne, dixe nava nivînan.

Berî ez ji mal bi rê kevim min di telefona xwe da bala xwe da rapora hewayê, min dît 12 derece sar e, ne henek menek e.

Lema min xwe baş pêça e, min qazaxekî qalindê bi gewrî li xwe kir, ba di berra nediçû.

Ez ji germa fetisîm. Ez 100 deqeyî(6,7 km) meşiyam.

Îro xanim ne bi min ra bû, ji ber karekî ez zû derketim, ez hatim ew çûye.
Ezê li bende wê bim, piştî hat emê qahwa xwe bi hev ra vexwin.

Min pasta(kulînça) li ber qahwê aniye. Em rojên îniyan tenê dixwin, berê me heftê, du-sê caran dixwar, lê me li xwe qedexe kiriye, nuha me daxistiye heftê rojekê.

2 kommentarer:

  1. Ji bajarek sir û seqem silav û rêz. Ez ji sermayê ditirsim ji ber wî naçim derve. Di mal de jî kulîçe û qahwe nîn e:) Bajar gelekî sar e. Ne wekî tu di Tirmeha 2010an de hatiyî ye.

    SvaraRadera
  2. Gelo ew bajar Wana şîrîn e?
    Weleh dilê min bi halê te şewitî. Lê ez çi bikim ez ji te pir dûr im. Tişt nabe, halê xwe bike hal û bîstekê derkeve der bimeşe..

    SvaraRadera

PARVE BIKE