02 februari 2023

Welatên Ewrûpa ji Tirkiyê direvin

Çendakî berê wezareta karên derve ya Amerîkayê beyan da, got hemwelatiyên me yên diçin Tirkiyê dibê li xwe miqate bin, li Tirkiyê li hemberî hemwelatiyên me îhtîmala terora Daîşê heye. 

Helbet Amerîka hewante beyaneka wiha cidî nade, miheqeq di destê îstîxbarata Amerîkayê da hin zanînên cidî hene.

Piştî vê beyana Amerîkayê, 6 welatan Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya, Belcîka û Swîsreyê konsolosxaneyên xwe girtin, îhtîmala gelek welatên din jî eynî tiştî bikin heye. Ev yek kursiya erdogan dixe talûkê.

Swêd jî bala hemwelatiyên xwe kişand, negot neçin Tirkiyê, lê got dibê hûn li xwe pir miqate bin.
Ev tê menaya ji bo ewrûpiyan talûkeya jiyanê heye.

Girtina konsolosxaneyan Recep Tayyip Erdogan him pir qeherandiye, him jî pir tirsandiye. Ew zane ev jî ewê fire bigere, ne elametekî xêrê ye.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê îro ban konsolosên 9 welatan, 
Almanya, Fransa, Holanda, Brîtanya, Belcîka, Swîsre, Norweç, Amerîka û Qanadayê kirine. Ji wan ra çi gotine, çi ji wan xwestine ne diyar e.

Lê meriv texmîn dike agir ketiye berpirsiyaran, qey gotine konsolosxaneyên xwe vekin û jimara welatên din zêde nekin.
Tirkiye bûye embara terorîstên Daîşê û îslamî. Çi li Tirkiyê, çi li dervayî Tirkiyê giş jî girêdayî Tirkiyê ne.

Amerîka, Xerb viya baş zanin.
Lê girtina konsolosxaneyan pir baş e, ewê netîceyên wê yên aborî û siyasî hebin. Tirkiyeke Eweûpa jê direve, ji dinyayê îzolekirî ji bo koalîsyona îslamî-faşîst ya Bahçelî û Erdogan felaketeke mezin e.
Lê bi vî aqilî, bi vê siyasetê, bi vê hukûmetê nikanin rê li ber vê îzolebûnê bigrin.

Tirkiyeke hevalê Pûtîn û Îranê, Tirkiyeke gefê li cîranênên xwe dixwe, nehêle Swêd û Fînlandiya bibin endamên NATOyê, her roj daxwazên ecêb, zorbayî ji wan dike, nikane bibe welatekî bi îstîkrar.

Tirkiye îro him ji kurdan û ji welatên cîranên xwe ra, him jî ji Ewrûpayê ra gelş û tehdîdeke pir mezin e, berdewamiya rejîmeke wiha, qezenckirina Erdogan careka din ji bo Ewrûpayê û NATOê felaketeke mezin e.
Amerîkayê, Yekîtiya Ewrûpayê ev yek baş fêm kirine, lema jî ji Tirkiyê direvin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE