02 februari 2023

Vêsê min bi kêfxweşî dest bi nivîsînê kir

Siba we bi xêr gelî nas û dost û hevalên ezîz. Sibehan dema ez kompîtora xwe vedikim ez bala xwe didim bloga xwe Hindik-Rindik jî.

Vêsê jî min bala xwe da îstatîstîkên serlêdan. Do 1671 kesî bala xwe dayê, riya xwe bi bloga min xistiye.
Kêm caran wiha dibe. Kêfa min hat.


1671 kes ji bona blogerekî swêdî ne jimareke zêde ye, hin bloger hene bi dehhezaran însan her roj wan taqîb dikin. Lê ji bo blogerekî kurmancî 1671 kes jimareke pir e.

Di wexta xwe da me nikanîbû hewqas belavok belav bikira. Me nikanîbû 200-300 kovar û rojname bifrota. 

Diyar e nivîsên min ên do bi dilê xwenedevanan bûne. Tiştê baş bikirên(mişteriyên)wî zêde ne. Xwezî her roj wiha bûye, minê kêf bikira.

Min berê jî gotiye, xwendevanên min dakevin sifirê jî ezê her roj nivîsekê, du nivîsan binivîsînim, blogerîya xwe bidomînim. Rojekê ewê bi kêrî tiştekî were.

Ya din ez nenivîsînim, hema li malika xwe rûnim û li bende roja xwe bim ewê fêde min û kurdan çi be?

XXX

Qirdê min tim mirî ye, ji asîmanan kulînçe jî bibarin fêde nagihîje min, kevir kuçik tên li serê min dikevin.

Hukûmeta Swêd 10 milyar kronê din alîkariya elektirîkê li milet belav dike. Li Swêd elektirîk pir biha bûye, dewlet alîkariyê bi milet ra dike.

Min îro telefon kir, min got, ji bo ku ez jî vê alîkariyê bigirim dibê ez çi bikim?

Xanimê li abonetiya min nêrî got, tu yê tu alîkariyê negirî. Çimkî kîlovata elektirîka te erzan e.

Ez bawer dikim dîsa tiliya tirekekî di vê nerindiyê û dijminatiya min da heye. Kî zane, belkî Erdogan merivên xwe di dahîreyên Swêd da bi cî kiribe.

Swêd dike 10 milyar kronî li xelkê, belkî nîvî li çete û kesên kirîmînel belav bike, lê ji min ra dibêjin na heqê te tune ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE