Wele zivistana Stockhomlê poşman bû, bi paş da hat. Carnan wiha dibe, dihere û tê. Îro li Stockholmê berf e û hewa jî 2-3 derece di binê sifirê da sar e. Berf hetanî dawiya nîsanê jî kane dom bike.
Çend karên min ên resmî hebûn, vêsê min telefonî banqa xwe û şîrketa ceyaranê
kir, agahiyên ji min ra lazim min ji wan girt.
Li Swêd telefonên dahîreyên resmî dernayên, nav heye lê meriv bi saetan telefon
dike bersîvê nadin. Tenê nav e, di praktîkê da naxebite. Tu bi saetan telefonî
pûlis dikî bersîvê nadin.
Bîstek din ez û xanim emê herin meşa xwe bikin. Erd cemidîye, dibê em binikên xwe yên mîxîn têxin pê.
XXX
Dibêjin herçiyê bi tenê kiriye xenê. Lê weleh ne rast e. Ji bo
wextek kin temam. Lê ji bo wexteke dirêj na. Wele tenêtî qet ne xweş e. Pir
hatiye serê min, ez zanim.
Li malê sebra min û xanimê bi hev tê, bîna me bi hev derdê.
Carna em li hev nekin jî em hevdu îdare dikin.
Ew karê xwe dike, xwarinên xwe çê dike, di telewîzyonê da li
programên xwe temaşe dike, ez jî nivîsên xwe dinivîsînim, dixwînim. Tu zirareke
me nagihîje hev.
Xanim ne bi min ra be, meşa bi tenê ne xweş e. Em herdu bi
hev ra dimeşin, bi rêda ji qal û bal dipeyivin. tiştên em dibînin şirove dikin,
em hew dibînin meş qediya.
Nuha wa ye haziriya xwe dike, emê bîstekê herin bimeşin.
Di medyaya sosyal da yên aqil belav dikin pir in, him jî bêyî pere û pûl, miftî
belaş belav dikin.
Lê problem bikir, mişterî tunene, kes qurişekî xwe tê nade.
Siyasetmedarên me, serokên me, kesên jê ra aqil elzem e
nabin bikir. Lema aqilê her kesî di hustu da meye. Bazar kesad e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar