31 januari 2023

Serpêhatiya min û berber

Porê min pir dirêj bûbû, min di xwe ra nedidît herim ser berber. Esas Mistefa Kalpak dibêje porê dirêj li te tê, baweriya min jî ew e, lê dîsa min biryar da hinekî kin bikim.

Îro ez û xanim çûn dereke dûr, me makîneyek kinca(makîna kincşuştinê) kirî. Makîna me demeke xera bûye, teqereqa wê em gêj kirine.

Di vegerê da min ji xanimê ra got, xanim, lêhatine, ezê herim ser berber, porê xwe kurr bikim.

Min xanim şand malê, li sentrûma me ez çûm ser berberekî nuh. Di çûnê da min dîbû. 

Min çû bala xwe da hundur û hosteyan, berberxane jî, şikil û şemalên berberan jî ketin serê min. Du xort bûn. Berberxaneyek biçûk bû, sê kursiyên wan hebû.

Min got ma dibê meriv wextê veqetîne ?
Camêr got na, hema rûne li bende dora xwe be.
Ez rûniştim. Porên du kesan kur dikirin, sê kes jî li bende dora xwe bûn. Saet sisê û nîv bû, di 19.00a digirtin. Yanî wext hebû.

Min got belkî ereb, ya jî asûrî bin.
Lê texmîna min şaş derket. Ez çer rûniştim berber û mişteriyan bi ser xistin, hey hewar, belkî saetekê nabên nedanê. Ji devên hev digirtin…

Min fêm nekir bi çi zimanî dipeyivin. Zimanê wan nêzî sirbî bû lê ne sirbî bû. Yekî diqedand, yê din dest pê dikir, carnna sê heban deng dikirin hev, bi hev ra dipeyivîn.

Ez ji guhan bûm. Ji ber ku hoste pir depeyivîn niknîbûn bixebitin, disekinîn û dibû qepepe wan.
Piştî saetekê dor hat min. Ez çer li ser kursiyê rûniştim min pirsî, min got ”hûn bi kîjan zimanî dipeyivin?”

Got bi ”albanî” yanî arnawidî.
Ez zanim berber pir dipeyivin, çîrok û qirwelkên berberan pir in, her berberek ne kêmî ajanseke xebera ye.
Lê min digot belkî berberên me tenê wiha ne.
Lê îro min dît berber giş dişibin hev.

Berberên ereb, asûrî, suryanî jî eynî ne, ew jî makîneyên xeberdanê ne.
Lê bi baweriya min berberên îro bêemsal bûn, ji yên me xerabtir bûn.

Lê ne berber tenê, mişterîyên arnawid ji wan xerabtir bûn, nedihîşt feqîran bixebitin, mesele li ser meselê vedikirin, navê Amerîkayê tim di nav ra dikirin. Lê min ji zimanê wan tiştek fêm nedikir.
Erê ez saetekê gêj bûm, lê yê porê min kurr kir hosteyekî baş bû, porê min xweşik kurr kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE