31 januari 2023

Zarok bi kurdî mezin nebin kurdî ji mirinê xelas nabe

Kurd di dibistanan da ji zarokên xwe ra dersên kurdî hilbijêrin baş e, dibê her kurd vê hilbijartinê ji zarokên xwe bike.

Ev demeke hin kurd kampanîyeke ji bo hilbijartina dersên kurdî dimeşînin. Karekî baş dikin, mala wan ava be.

Lê bi tiştên wiha kurdî ji mirinê, kurd ji asîmîlasyonê xelas nabin, dibê kurd bi zarokên xwe bi kurdî bipeyivin.
Dibê zimanê kurdan yê malê bibe kurdî, zarok bi zimanê kurdî mezin bibin.


Nifşên nuh bi kurdî mezin nebin kurdî ji mirinê xelas nabe. Ji bo ku însan bikanibin bibin nivîskar, şair, sitranbêjên kurd dibê bi kurdî mezin bibin, dibê zimanê wan ê malê kurdî be.

Kurd di dibistanan da ji zarokên xwe ra dersên kurdî hilbijêrin baş e, dibê her kurd vê hilbijartinê ji zarokên xwe bike.

XXX

Hin gelşên kurmancî, ferhenga kurmancî gava ji alî kesên ne şareza, ne ehlê wî karî ve tê minaqaşekirin dibe sebebê tevliheviyê û serêşiyê. Kesên ne zimanzan bira ji kerema xwe tevî minaqaşeyên zimên nebin, meriv gêj dibe.

Yê ne tebîb be nikane nexweş miayene bike û jê ra reçeteya dermîn binivîsîne.

XXX

6 partiyên Tirkiyê do programa xwe ya hilbijartinan a mişterek eşkere kirin. Di programa xwe da qala çareserkirina mesela kurd nekirine.

Nekirine çimkî tu nêteke wan tune ye tu mafî bidin kurdan, ew kurdan ne wek miletekî cihê, wek tirk dibînin. Di vî warî da tu ferqeke wan ji AKPê tune ye.

Dibêjin xwedêgiravî dema ew werin ser hukim, ewê demokrasiyê bicî bîkin, kurd jî ewê ji vê fêdê bibînin. Vana gotinên vala yên ber dîwaran in.

Dibê kurd rayekê nede van partiyan. Partiya ji kurdan rayê bixwaze dibê hebûna kurdan wek milet nas bike, vê yekê têxe destûra bingehî, zimanê kurdî ji dibistana destpêkê hetanî zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan nikane bi devê, bi gotin û beyanên xwe yên berradayî, tewşomewşo swêdiyan, fîniyan matmayî dihêle.

Swêdî heynik in, mêrik nas nakin, mit û mat mane, dibêjin ev çi teba ye, ev çawa serok e?

Gur eyarê xwe navêje, kurmê şîrî, heta pîrî.

Lê ev nîna ye, tirnîna hîn maye, ewê jî hêdî hêdî were. Hinekî sebir bikin.


XXX

Ez merivekî pir bêşans im. Ez bi viya zanim. Lê ev çandeke qirdê min tew ji min da miriye. Camêrekî dikira ji bo karekî alîkariya min bikira lê ji ber bêşansiya min nexweş ket.

Xwezî ew soz neda min û nexweş neketa. Ji ruyê min da camêr nexweş ket.

Wek camêrekî gotiye, ez jiyanê bikim tizbî, li ba bikim, tizbî ewê tavilê biqete.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE