30 januari 2023

Meriv dil bike fêr dibe

Meriv bixwaze zimanekî fêr bibe, pir xweş fêr dibe. Nepalî di nav çend salan da soranî wek bilbilan dipeyivin, meriv nizane ne kurd in.
Li vê vîdeoyê miheqeq temaşe bikin.

Bibînin bê nepaliyên çend sal in li Kurdistana Başûr dijîn kurdîyeke(soranîyeke) çiqasî mikemel dipeyivin.

Çimkî nepalî ji kurdan nefret nakin, bi çavê dijmin li kurdan nanêrin, lema di demekek kin da zimanê wan hewqasî xweş fêr bûne.

Lê tirk û erebên li Hewlêrê, li bajarên din ên Kurdistanê dijîn kurdî fêr nabin. Çimkî ji kurdan jî, ji kurdî nefret dikin. Meriv naxwaze zimanê dijminê xwe fêr bibe.

Ji mo ku meriv zimanekî fêr bibe dibê ya meriv mecbûr be, ya jî bixwaze. Zimanê meriv jê hez neke fêr nabe.

Kurdên kurdî fêr nabin jî ji ber eynî sebebê fêr kurdî nabin; ne mecbûr in, ne jî dixwazin. Çimkî eşqa fêrbûna kurdî di dilê wan da tune ye.
40-50 sal in di nav kurdan da ne, serokatiyên partiyên kurdan dikin, parlamenterên kurdan in lê du peyvên kurdî fêr nebûne.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan, li ser mesela NATOyê do dîsa kevir û kuçik li Swêd barandiye û benek di guhê Fînlandayê ra kiriye, gotiye em kanin endametiya Fînlandayê qebûl bikin. Lê dibê fînî biaqil bin, wek Swêd xwe nehetikînin.

Hilbijartin nêz dibin, ji Erdogan ra li hundur û li derve hin dijmin lazim in, dibê tim êrîşî wan bike, pê tirkan bixapîne. Mêrik zane di nav miletê wî da totikvala pir in.

Dijminê sereke jixwe tim kurd in, lê ev têrê nake, dibê dijminek jî ewrûpî be.

Hukûmeta Swêd ya îro dijminekî tam li gorî dilê wî ye, îdareyeke qelsm xeşîm û bêzirav e, lema jî hetanî hilbijartinan ewê tim xarî Swêd bike, tim bela xwe di Swêd bide. Çimkî mêrik pê rayên xwe zêde dike.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn roja sêşemiyê tê Swêd, ewê bi serokwezîrê Swêd Ulf Krîstersson ra li ser vê taktîka Erdogan bipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE