29 januari 2023

Weleh tu pir xweş li hev radigirî

Bibêje, bibêje, heta ji te tê hin derewan li hev ragire û dûra jî xweşik makyaj bike û di medyaya sosyal da bifroşe xelkê. Çawa be derew jî belaş e, belavkirin jî belaş e.

Ji bo ku tu derewa dikî ez xwe ji te naxeyidînim, çimkî ev kar û sinetê te ye. Tu hosteyê derewa yî, tu nikanî dev ji vî pîşikê xweberdî. Tu derewa neke tu rehet nake.


Bi henekî be jî kêfa min ji derewan ra nayê, lê yên ji derewan hez dikin pir in. Hinek jî feqîran dixapin,  ji dilpakî ji te bawer dikin.


Lê ji bîr meke, çira derewînan heta sibê vêketî namîne, derew wek balonê ye, zû dereng diteqe.

XXX
Amedsporê îro li saha xwe 1-0 zora hemşeriyên min Ûrfasporê bir û di lîgê da derket rêza yekê.

Ez dibêjim hemşeriyên min ên Ûrfasporê bi zanetî hîştin Amedspor zora wan bibe, ji bo ku di lîgê da bibe yekem.

Yanî Ûrfasporê alî birayên xwe yên kurd kirin. Çimkî Amedspor wek Dalkurdê êdî bûye taximekî kurd ê netewî. Dibê meriv piştgiriyê bide Amedsporê.

Serketina Amedsporê pîroz be.

XXX

Temiya min li we, di medya sosyal da xwe tevî her minaqaşeyê mekin. Seriyê neêşe paça lê megerînin.

Zimano leqleq, serîyo teqreq.

Serê xwe meke cuherê vala.

Serîyo bi xwîno, ji destê zimîno.

Meriv zimanê xwe serberdayî neke baş e, serê meriv rehet e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE