29 januari 2023

Civînên xapandinê berdewam in

Berpirsiyarên YNKê û PDKê do li Silêmaniyê civiyane û gelşên nabêna xwe minaqaşe kirine. Bi qasî xuya dike nabêna wan pir xerab e, ne zora Amerîkayê be nexwazin bi hev ra bipyivin jî. Çimkî ji halên xwe, ji talanê lêdixin memnûn in. 

Piştî civînê konsulê Îngilistanê û yê Amerîkayê beyan dane, kêfxweşiyên xwe anîne zimên.

Konsulê Amerîkayê di beyana xwe da gotiye malbateke yekgirtî ewê tim serketî be.

Hêvî dikim li hev bikin û hilbijartinê çêkin û pêşmergeyên xwe, hukûmetên xwe bikin yek. Lê hêviya min a di vî warî da ne xurt e, ez bawer nakim dev ji talan û kursiyên xwe berdin. Dibê zexteke pir zêde li ser wan hebe.

Salek zêdeye di ser çêbûna hilbijartinan ra derbas bûye tew kes qala roja hilbijartinê nake, nabêjin ewê kînga çêkin.

Heger hêzên xwe nekin û hukûmeteke bi rastî netewî ava nekin ewê pir poşman bibin, hukûmeta heye jî ewê ji destê wan here. Yanî dawiya wan ne ronî ye, tarî ye, xerab e.

Bi xêra piştgiriya Amerîkayê baş, xerab îdareyeke wan heye, lê Amerîka êdî vê duserîtiyê qebûl nake. Bi baweriya min jî dibê neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE