29 januari 2023

Dibê tim xeyaleka meriv hebe

Nabe meriv her tim dilşa û bextewar be, jiyan, her tişt tim li gorî dilê meriv be, qet derdekî meriv, armanceka meriv tunebe. Wê demê merivê ji bo çi bixebite, bixwaze çi bidestxîne?

Dibê tim xewn û xeyaleka meriv hebe, bixwaze tiştekî bibîne, tiştekî bixuliqîne.

Ez dixwazim Kurdistaneke azad û serbixwe bibînim. Ez dixwazim pasaporta Kurdistanê têxim bêrîka xwe û bibim seyahekî kurd, qulik bi qulik li dinyayê bigerim, mohra her welatî li pasaporta xwe xînim.

Hin xeyalên min ên din jî hene, lê xeyala min a herî mezin, herî sereke ev e, berî mirinê dîtina Kurdistaneke serbixwe ye. 

Ez ji bo dîtina wê rojê dixebitim, ji bo wê şerê dagirkeran û noker û xulamên dagirkeran dikim.

XXX
Temiya min li we, di medya sosyal da xwe tevî her minaqaşeyê mekin. Seriyê neêşe paça lê megerînin.

Zimano leqleq, serîyo teqreq.

Serê xwe meke cuherê vala.

Serîyo bi xwîno, ji destê zimîno.

Meriv zimanê xwe serberdayî neke baş e, serê meriv rehet e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE