Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî 40 rojiya kurdperwerê hêja Munzur Çem bi merasimeke bi rêk û pêk, tam layiqî wî hat bibîranîn.
Bîranîn ji alî Gurûba Xebatê ya kovara Vate û Kitêbxaneya Kurdî va hatibû amadekirin.
Gelek nas û dostên wî hatibûn merasima yadkirinê, bi vê minasebetê careke din
xatir jê xwestin û ew bi hurmet bibîr anîn.
Mamoste Heyder Diljen bi zazakî û kurmancî pir mikemel moderatoriya merasimê kir.
Xanima Munzûr Çem, Gulîstan Saribaş, Cemîl Gundogan, Selîm
Mûrat, Îhsan Espar li ser jiyan û berhemên Munzur Çem peyivîn, jiyana wî,
xebatên wî, lêkolîn û kitêbên wî bi beşdaran bi kinî dan nasîn.
Gulîstan xanimê qala disîplîna wî ya xebatê û rojên wî yên dawî
kir.
Selîm Mûrat, qala jîyana wî û hin taybetmendîyên wî yên
şexsî û kurdistanîtiyê kirin.
Îhsan Espar, jîyana wî ya nivîskarîyê û 27 kitêbên wî bi
kurtî dan nasîn, qala naveroka wan kir.
Cemîl Gundogan jî di avakirina nasnameya Dêrsimê ya
kurdistanî da li ser rola Munzur Çem sekinî.
Gulîstan xanim bi kurmancî peyivî, hersê hevalên din bi
zazakî peyivîn.
Ev cara pêşî ye li Swêd civînek xurrî bi zazakî çêdibe. Ev xêr û çêyî jî bi
saya bîranîna Munzur Çemê gorrbehişt bû.
Yanî bîranîna 40 rojiya wî bû wesîleya
karekî baş.
Gorra wî behişt be, bi hurmet bibîr tînim.
Tu nemabû ez neçim merasimê.
Mala Heyder Diljen ava be, heger bi riya WhatsAppê civîn bi bîra min nexista
min ji bîr kiribû, ezê neçûma merasimê.
Xwedê kir Heyder saet û nîvek berê bi tesadufî
bi bîra min xist.
Min çer bihîst min bi lez xwe jidand û bazda derve. Şansê min hebû, ez çer
gihîştim îstasyonê tirên hat.
Ez jê daketim tirêna din jî hazir bû, min xwe
gîhand wê jî.
Axirê ez 5 deqîqeyan berî saet 13.00a gihîştim kitêbxaneyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar