28 januari 2023

Hela hûn bala xwe bidin vê rûreşiya nedîtî !

Çar roj berê(24/1-23)li Şirnexê, li herêma Besta di nabêna leşkerên tirk û hêzeke gerîla da şerekî mezin derket.

Di şer da serokê cahşan(korîciyan)Nîmet Encu û 5 gerîla hatin kuştin. Belkî kuştiyên dewletê zêde bin, agahiyek rat di destê me da tune ye.

Li gorî medyaya Tirkiyê nivîsîye Nîmet Encuyê hatiye kuştin ev 30 sal in çahş bûye, li herêmê cahşekî bi nav û deng bûye.


Hîn di 16 saliya xwe da rahîştiye sîleha dijmin, bûye çahş û ji dewleta dagiker ra şerê gerîlayên kurd kiriye. Lema jî wezîr û qumandarên dewletê, cahşên dewletê pir pesnê wî didin.

Dawiya dawî di şerê çar roj berê da hatiye kuştin, malbatê li gund şîna wî daniye.


Roja din li eynî gundî, di eynî wextê da şîneke din jî hebûye, ew jî şîna keçeka gerîla Evîn Encu ye.


Di wî şerî da him cahşê bi navê Nîmet Encu hatiye kuştin, him jî keça gerîla Evîn Encu.

Evîn Encu û Nîmet Encu ne tenê ji eynî gundî ne, ne tenê paşnavên wan yek e, Evîn Encu biraziya Nîmet Encu ye, Nîmet Encu apê Evîn Encuyê ye.

We şaş nexwend, Nîmet Encu apê Evîn ye, Evîna belkî bi guleya wî hatiye kuştin biraziya wî ye. Lê ap cahş e, hevalê neyar e, Evîn şervaneka azadiyê ye. Nîmet wek xulamekî dijmin ev 30 sal şerê gerîlayan dike, Evîn jî ji bo azadiya miletê xwe şerê dagirkeran dike.

Û di ser da jî tê gotin bavê Nîmet Encu jî berê pêşmergeyekî PDKê bûye.
Yanî lawê pêşmergeyê berê rahîştiye sîleha dewleta dagirker, bûye cahş û qatilekî şerê miletê xwe dike, dozmama xwe dikuje.

Nîmet Encu wek cahşekî xayinê miletê xwe, di cepheya dijmin da bûye, Evîn Encu jî wek keçeka azadîxwaz li dijî dewleta dagirker şervaneka canfîda bûye.

Paşnavê ”Encu” bi qatlîama Roboskê ya sala 2011a(28/11-11)belav bû û hat naskirin.


Di qetlîama Roboskê da balafirên şer ên Tirkiyê karwanekî qaçaxçiyên ji başûrê Kurdistanê diçû Roboskiyê bombebaran kirin, 34 kes kuştin. Ji kuştiyan 28ên wan ji malbatên Encuyan bûn, yanî merivên Nîmet Encu bûn.

Miheqeq di nav kuştiyan da çend pismam û xwarziyên, biraziyên Nîmet Encu hebûne.


Lê Nîmet Encu hetanî nuha jî cahş(qorîcî)bûye, sîleha dewleta qatil dananîye.

Di xeberê da nabêje Nîmet Encu û Evîn Encu ji kîjan gundî ne, ji Roboskê ne ya na?


Lê bi texmîna min ewê ji Roboskiyê bin. Ne ji Roboskê bin jî ferq nake, giş merivên hev in.

Nuha pirs ev e: Piştî qetlîama Roboskê, piştî qetilkirna 34 sivîlan, piraniya wan xortên sivik bûn, 14,15, 16, 17 salî bûn, meriv çawa kane hîn jî ji vê dewleta qatil ra cahşîtiyê bike û here dozmama xwe bikuje?


Ev çi xîret e, çi namûs û şeref e, çi ûjdan e meriv fêm nake?

Helbet cahş ne Nîmet Encu tenê ye, miheqeq ji Roboskê û wê herêmê bi sedan cahşên wek Nîmet Encu hene.

Aqilê meriv disekine, meriv nikane bawer bike, nikane fêm bike !
Min qet texmîn nedikir piştî Qetlîama Roboskê ji malbatên Encuyan hîn jî ewê kesên cahş hebin!


Însan çawa kane hewqasî pîs û bêxîret be, hewqasî bêşexsîyet û bêrû be ?

Dewletek 34 zarokên meriv bi hovane bikuje, yek qatilî, yek sûcdarî ceza neke, heta qumandarê qetlîamê xelat bike, lê meriv dîsa jî ji bo çend qurişên bêşerefiyê rahîje sîleha wê dewletê û şerê miletê xwe bike, dozmama xwe bikuje?

Xiyaneteke hewqasî mezin bêyî kurdan di nav tu miletekî din da ne mimkûn e, ferdên tu miletekî din bi salan xiyaneteke wiha qebûl nakin.

Gava meriv felaketên wiha dibîne meriv baştir fêm dike kurd çima hetanî nuha bindest mane, nebûne xwedî dewlet?

Xiyaneteke wiha li tu dera dinyayê nabe, bêyî kurdan tu miletekî din xiyaneteke wiha qebûl nake.
Miletê xayineyeke wiha bi salan qebûl bike nikane azad bibe, şexsîyeteke wiha xerabe nikane azad bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE