28 januari 2023

Bi kuştinê ev gelş çareser nabe

Filistîniyan do li Qudsê 9 yahûdiyên siwîl kuştin. Pêr jî Îsraîl di bombebaranekê da 7 filistînî kuştin. 

Filistînê rakêtekê, du rakêtan davêjin ji herêmeke Îsraîl da, Îsraîl jî Xezayê bombebaran dikin. 

Serê salan e ev yek wiha dom dike. Hetanî filistînî dewleta Îsraîl qebûl nekin ev xweîn ewê her biherike, însan siwîl ewê bibin qurbanên van êrîşan.

Bi kuştinê ne filistînî diqedin, ne jî yahûdî. Bi kuştinê ev mesele hel nabe. Dibê Filistînî hebû dewleta Îsraîl qebûl bikin û gelşên nabêna xwe bi diyalogê çareser bikin.

22 dewletên ereban hene dibêjin hindik e, gerek em Îsraîl xera bikin, dewletên xwe bikin 23.

22 dewletên ereban hene lê qebûl nakin dewleteke kurdan jî hebe. Dibêjin gerek kurd nebin xwedî dewlet.

Misilmanên dinyayê ji Sûriyê, ji Îraqê ra nabêjin 22 dewletên we ereban hene, bira dewleteke kurdan jî hebe.

Misilmanên dinyayê rojekê ji tirkan ra, ji farisan ra nabêjin we welatê kurdan dagir kiriye, kurd jî birayên me ne, ji welatên wan derkevin, bira ew jî bibin xwedî welatekî serbixwe. Di ser da kurdan neheq dikin.

Kurdên me dîsa jî ji misilmanan ra dibêjin ew birayên me ne, dîsa jî şûrê misilmanan û filistîniyan dikşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE