27 januari 2023

Dawiya fêrbûnê nayê

Bi xêra vê qutîka kompîtorê ez her roj fêrî tiştekî nuh dibim. Carnan li ser hev fêrî çend tiştên min nizanîbûn dibim.

Ez her roj fêr dib û fêr dim, lê dawî nayê. Tiştê min fahm kiriye meriv çiqasî fêr bibe jî dawiya tiştê meriv nizane nayê.

Tu alemê cîhan be jî tiştên tu zanî li gorî tiştên tu nizanî ji deve ne guh e jî.

-Zanîna nezaniya xwe baş e. Lê meriv him nizan be, him jî xwe zane bihesibîne nexweşiye talûke ye.
Lao Tzu

XXX

Her kes zane kes ji vê dinya wek xewnekê sax dernayê, dawiya me gişan axa sar û gorra tarî ye.

Lê dîsa jî mirina hin kesan çizîniyê bi kezeba meriv dixîne, meriv dibêje xwezî hinekî din jî bijiya.

Em çiqasî bikin ax wax jî dilê mirinê bi me naşewite, Ezraîl ne bertîlê qebûl dike, ne jî wext û saeta kesî dirêj dike.

Ev mecbûr in vê rastiya jiyanê qebûl bikin, kesê nemir tune ye. Lê dîsa jî mirina bêwext dilê meriv digvêşe, hilmê li meriv diçikîne.

XXX

Emer Farûk Baran mîrê PODCASTê ye, gava ez li wî gufarî dikim dibêjim xwezî hinekî din dirêj bûya.

Camêr tu dibê belkî ji bona vî karî çêbûye. Lê esas di her karî da serketî ye, meriv dibe heyranê karê wî.

Gudarî bikin hûnê poşman nebin.

Camêr divê PODCASTa xwe da bi çend gotinan qala min jî kiriye. Mala wî ava be.

Pir kêfxweş bûm.

XXX

Sibehan gava meriv kompîtora xwe vedike gav û saetê nelikume, Mîcrosoft Worda meriv wek saeteka Rolexê bixebite, meriv ne bapêşî be, nekuxe, dermanan nexwe jiyan xweş e, hêjayî jînê ye. Vê sibê çitilxêr e, tu kêmasiyeke min tune ye, her tiş li gorî dilê min e.

XXX

Merivê bêar gava xurt e dibe yê bi heq, yê bi heq jî dibe yê neheq.

Li Tirkiyê bêar hukimdar in, lema kesên mezlûm, bêsûc wek merivên neheq û sûcdar tên girtin, cezakirin.

Jiyan riyeke dûr û dirêj e, bi rê da meriv gelek ecêbên giran û bobelatan dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE