26 januari 2023

Hetanî xera nebe çênabe

Bi rastî jî hetanî xerab nebe çênabe carnan rast e. Îro ez vê rastiyê jiyam.

Worda ez di kompîtora xwe da bi kar tînim Mîcrosoft Word 2010 e. Ev çendak bû serî li min digerand, digot nizanim êdî kevn bûye, dibê tu yeka nuh bikire.

Bi kinî min nikanîbû rehet bi kar bianiye, her cara min vedikir, tekstek derdiket, ji min ra hin tişt digot, min digirt, lê di her vekirin û girtinê da, di her tikandina mişk da gelş tim dubare dibû.

Ez pir diwestandim, bikaranîna wê, nivîs ji bo min bûbû ezabekî mezin, ez pir mijûl dikirim.


Îro min telefonî dostê xwe yê hêja, Metîn Sandalcî kir, min mesele jê ra got û alîkarî jê xwest. Min got Metîn, ez ketime bextê te, min ji vî ezabî xelas bike.

Camêr got ez bi rê da me, gava ez gihîştim malê, ezê telefonî te bikim. Nîvsaetek derbas bû, nebû camêr telefonî min kir. Got Worda xwe veke, min vekir.

Dûra gav bi gav da ber min, got vira veke, min vekir, viya bike, min kir, van numran di filan derê da binivîsîne, min nivîsîn.

Dûra çend tiştên din bi min da kirin, çend paceyên din bi min dan vekirin û girtin û min hew bala xwe dayê Worda min bû wek yeka nuh û top, fena ku min nuh kirîbe.

Nezanî tiştekî pir xerab e. Ji ber ku min nizanîbû ezê çi bikim, problem li ber çavê min bûbû çiya. Lê piştî bi rêberiya Metîn, min gelş çareser kir, min dît pir ne zor bûye.

Min ji xwe ra got, baş bû ev bêxwedî xera bû, heger ji bin da xera nebûya min telefonî Metîn nedikir û Worda min a xerxûte û kel û kût nuh nedibû.

Nuha bikaranîna Wordê ecêb xweş bûye, ez naxwazim bigrim, dixwazim wer pê binivîsînim û binivîsînim.

Çimkî bikaranîna bêxwediyê pir xweş bûye, nayê girtin, tiştekî ji min naxwaze, tu carî min îqaz nake, bûye fena meriv di otobana Almanyayê da Mercedes-Benz W124kê bajo.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE