26 januari 2023

Sebebê îro dewleteke jî me tuneye ji me da ye

Sebebê em nebûne xwedî dewlet û asîmîle bûne, hêdî hêdî dibin tirk ji me da ye, em miletekî bêkêr û bêhiş in, ji nasyonalîzmê bêpar in, ji bindestiya xelkê, tirkan nerehet nabin, lema em nebûne xwedî dewlet.

Hebûna tirkan li Kurdistanê, bindestî û îdareya wan me aciz nake, em nabêjin çi îşê tirkan li welatê me heye, çima tirkên me îdare bikin?

Tu carî piraniya me nexwestiye ji bindestyiya tirkan xelas bibe, bibe xwedî dewlet. Piranî tim hevalên dijmin bûne, bindestî parastine, şerê azadîxwazan kirine.

Piraniya şêx, beg, mîr û axayên me tim bûne hevalên dijmin û bi dijmin ra şerê kes û hêzên serxwebûnxwaz kirine. Lema Kurdistan çênebûye.

Heger kurd miletekî hinekî têgihiştî, şiyar bûya di Şerê Cîhanê yê Yekê da bûbûn xwedî dewleteke netewî. 

Lê piraniyê nexwest, piraniya axa û serokên eşîran bûn hevalên tirkan û li dijî serxwebûna kurdan derketin. 

Gelekên wan xwe firotin tirkan. Îro jî rewş zêde ne cuda ye, dîsa yên pişta me şikandina xayinên hevalên neyar in.

XXX

Di heqê serokên 12 baroyên abûqatên Kurdistana Bakur da ji ber beyana wan a li ser êrîşên Tirkiyê ser Kurdistana Rojava lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Dewlete Erdogan û Bahçelî dibêje em çi bînin serê kurdan, em çi zulmê li kurdan bikin, çiqas kurdî bikujin jî gerek kes dengê xwe neke. Navê viya zora zaliman e.

Tiştê herî xerab bêdengiya li hemberî zulmê ye, kurd ewê li hemberî zulma we tu carî bêdeng nemînin. Gef û lêpirsînên we ewê nikanibin vê yekê biguherîne.

XXX

Rastiyeke tahl e, pir xerab û bi êş e, lê rast e. Êrîşên ser kurdan, girtin û zindankirina wan, bombebarankirina Kurdistanê, kuştina kurdan rayên Erdogan zêde dike, dibe sebebê tirk bêtir jê hez bikin û rayên xwe bidinê. Zulma li me dibe piraniya tirkan dilşa û bextewar dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE