Mixalifên Recep Tayyip Erdogan hîn jî raqibekî ji wî baştir, yekî ne neyarê kurdan dernexistine.
Ji bo ku di hilbijartinan da meriv kanibe zora dîktatorekî
bibe dibê yekî ji dîktator baştir raqibê wî be, dibê maf û azadiya miletê kurd
qebûl û deklere bike.
Di nav partiyên mixalif da ez hîn alternatîfeke wiha
nabînim.
Piraniyeke zêde ya tirkan pantirkîst û tirk antî-kurd in, lema jî ne terafdarê demokrasîyê û azadiyan in, tercîha piraniya tirkan tim partiyên antî-kurd in.
Tirk wek milet hîn negihîştine wê merhela demokrasiyeke
rastîn û mafên miletê kurd yên netewî qebûl bike.
Di vir da sûcê kurdan jî heye. Kurdên dibin hevalên kes û
partiyên irqçî, faşîst û antî kurd. Ev yek dibe sebebê tirk xwe neguherînin,
tim antî-kurd bimînin.
Bi her rojeke nuh ra meriv karekî nuh dike, dest bi tiştekî nuh dike, tiştekî
nuh difikire, nivîseke meriv nexwendiye dixwîne, nivîseke nuh dinivîsîne.
Vêsê ez tiştên nuh difikirim û dixwazim tiştekî nuh
binivîsînim.
Meriv bi fikrên baş dest bi roja xwe bike baş e.
Her rojeke nuh di jiyana meriv da wek rûpeleke sipîboz û
vala ye, dibê meriv wê rûpelê vala nehêle, pir hind dagire, tiştekî tê da
binivîsîne.
XXX
Ev çar roj bûn xwedêgiravî min bîranînên xwe yên di bloga xwe da ji bo ku li ba
min jî hebin, yek bi yek di dosyekê da qeyd dikirin.
Ez nuha pê hesiyam min yek tenê qeyd kiriye.
Ji ber ku min bi numreyên wan qeyd nekirine, yek jî qeyd nebûye. Çimkî navê gişan wek hev in(çend
rêz ji bîranînên min).Gava min dokumentek daxistiye ketiye dewsa ya berê. Yanî
tim yek bûye, yek maye.
Dibê ez du sê rojên din ji nuh va vî karî dîsa dubare bikim, wan ji nuh va qeyd
bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar