24 januari 2023

Dinya tim dinya guran bûye

Dibê meriv bi gur be ji bo ku gur meriv nexwin. Ji şansê xerab ra ne pêşîyên me kanîbûn bibin gur, ne jî em kanin bibin.

Lema jî gurên cîranên me pêşîyên me xwarin, nuha jî me dixwin.
Dinya tim ya guran bûye, miletên ne gur bûne tim bûne nêçîrên gurên har. Heta em jî nebin gur, ji guran xurttir nebin emê tim nêçîr û qûtên gur û keftaran bin.

 XXX

Xiyaneta Yûnanîstanê bi kurdan ra ne nuh e, ev çendake Yûnanîstan kurdên ji ber zulmê û cezayên giran direvin û xwe davêjin bextê Yûnanîstanê, pûlisên yûnan wan teslîmî Tirkiyê dikin. Îro jî Mihemed Saîd Demîr û xanima wî teslîmî Tirkiyê kirine.

Dibê Yûnanîstanê careke din ev bêbextî, ev namerdî bi kurdan ra nekira, kurdên xwe avêtibûn dexlê wan teslîmî Tirkiyê nekirana. 

Kanîbûn bihîştana herin welatekî din. Lê teslîmkirina Tirkiyê ji bo Yûnanîstanê rûreşiyeke mezin e, dibê kurd vê namerdiya hukûmeta Yûnanîstanê ji bîr nekin.

Mihemed Saîd Demîr û xanima xwe berpirsiyariyên HDPê yên Diyarbekrê bûne. Çend sal ceza dane wan. Ji bo ku neyên girtin reviyana Yûnanîstanê.Pûlisên Yûnanîstanê ew teslîmî Tirkiyê kirine. Dema min xeber xwend kezeba min şewitî, min ev twîtt nivîsî. Çar saet di ser twîtta min ra derbas bû, ne kesî tiştek li ser got, ne jî eciband.

13271 hevalên min ênTwîtterê hene. Hetanî nuha yek kesî jî ev tiwîtta min neecibandiye, dilê yek kesî jî bi van herdu kurdên belengaz, yên ji ber zulma dewleta faşîst reviyabûn û Yûnanîstanê ew teslîmî Tirkiyê kirine neşewitiye. Ez matmayî mam. Em pir bêmerhemet bûne.

XXX

Tembelî û ehmeqî cêwiyên hev in, ji hev pir hez dikin. Meriv bikanibe herduyan jî ji xwe dûr bixîne baş e.

Destê xebitî li ser zikê têr e, serê xebitî xwediyê kar û barên bi xêr e.

”Tembelî ehmeqiya laş e. Ehmeqî jî tembeliya serî ye.”

XXX

Hin kes dişibin gayê qot, mêşan ne ji xwe kiş dikin, ne ji cîranan. Li garanê veketine û xwe li erdê digevizînin.

 -Xelk bû dahş, em nebûn mahş
-Xelk bû kûçik em nebûn boçik
-Nanê mêran li ser mêran deyn e

-Nanê garisî ne tu nan e, mexsed bira kes nebêje ew mal bêarvan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE