24 januari 2023

Xizano bi ray û tivdîra xwe nizano

Kurd bindest in, perîşan in, xizan in lê dîsa jî bi ray û divdîra xwe nizanin, ji xwe ra kûsiyan, ji dijminên xwe ra masîyan digrin...
Tirkan, ereban û farisan kurdên me yên bawermend, dîndar kirine hefad û şûrkêşên dînê îslamê.

Kî îslamê rexne bike, kî di heqê îslamê da cilqiyekê bike bi sedhezaran kurd hêc dibib, bi jin û mêran ve tavilê dadikevin meydanan û abûqatiya îslamê dikin.

Xizano bi ray û tivdîra xwe nizano.

Ew îslama ku tu carî li dijî bindestiya wan, li dijî dagirkirina welatê wan, li dijî qetlîamên misilmanan û dewletên îslamî anîne serê wan derneketiye bi ruh û can diparêzin.

XXX

Ji bo meriv ji yekî ra bibêje ehmeq ne şert e ew kes yekî totikvala û ehmeq be.

Merivê biaqil jî gava aqilê xwe di cî da û baş bi kar neyne ehmeq e, vî navî heq dike.

Kesê ne ji bo miletê xwe, ne ji bo welatê xwe, ji bo dijminê xwe, ji bo dagirkerê welatê xwe bixebete, kûpê êqil be jî ehmeq e.

Merivê bindest di esasê xwe da kole ye, bindest, kole dibê ne ji bo dagirkerê welatê xwe, ji bo azadiya miletê xwe bixebite.

XXX

Friedrich Nietzsche li ser hilbijartinên di nav civatên paşdamayî, cahil da gotiye:

-Di civateka cahil da kirina hilbijartinan wek pirsîna ji merivekî nexwenda ma tu yê kîjan kitêbê bixwînî ehmaqî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE