23 januari 2023

Îslamîstên me ji şûrkêşiya ji xelkê ra hez dikin

Dîndar û îslamîstên tirk û ereb mêrikan nasyonalîst in, ji bo azadî û serxwebûna welatên xwe dixebitin.

Îslamîstên me li dijî dagirkeriya Tirkiyê dernakevin, ji bo azadî û serxwebûna xwe danakevin kuçe û kolanan.

Ji bo şewitana Quranê û îslama welatên dagirker li Batmanê bi hezaran kom dibin û şewitandina Quranê ji alî çilqikî, irqçiyekî danîmarkî ve protesto dikin.

Leşker û pûlisên tirk hetanî nuha li Kurdistanê ne Quranek tenê, bi sedan Quran tevî mal û mizgeftan topbaran kirin û şewitandin.

7-8 sal berê li Diyarbekrê çen mizgef dan ber topan û tevî bi sedan Quran û kitêbên miqedest wêran kirin û kirin qişleyên leşkerî û axur.

Tirkiyê heta nuha bi sadan şêx û mele û alimên kurd bi hovana kuştin, îdam kirin û hestiyên wan jî nedan malbatên wan. Hîn jî em nizanin gorrên Seîdê Kurdî, Şêx Seîd û bi sedan şêx û alimên din li ku ne.

Kurdên îslamî bi hezaran li Batmanê kom nabin û van hovîtiyên dewleta tirk protesto nakin, lê ji ber cilqiya irqçiyekî danîmarkî fermanê radikin.

Tirkiyê walatê wan dagir kiriye, zimanê wan qedexe kiriye, bi milyonan leşker û pûlis û ajan li Kurdistanê xistine ser dilê wan, her roj wan digrin, îşkence dikin, bi xurûr û şerefan wan dilîzin rojekê vê heqaretê protesto nakin, lê ji bo şewitana
Quarnê li Batmanê bi hezaran kom dibin û irqçieykî qeşmer protesto dikin.

Tirkiye nahêle zarokên wan bi zimanê xwe bixwînin, wan mecbûrî zimanê xwe dikin, ev yek bi wan qet zor nayê, rojekê vê irqçîtiya Tirkiyê protesto naikin.

Tirkiyê ala wan, navê welatê wan qedexe kiriye, peyker û gorrên mezinên wan, alimên wan, şêxên wan xera dikin rojekê li dijî vê irqçîtiyê dernakevin, lê ji bo şewitandina Quranê xwe perçe dikin.
Peykerên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî bi boldozeran xera kirin, hûn bi hezaran li dijî vê irqçîtiyê ranebûn.

Ji bajarên Tirkiyê Yozgatê, Çorumê Satilmiş Dîlbaz tên li Batmanê li ser serê wan dibin walî, pûlis, leşker û qumandar, kînga dilê wan dixwaze bi berbanaga sibê ra digrin ser malên wan, destên jin û mêran li paş piştên wan kelemçe dikin, dibin dixin zîndanan.
Îslamîstên me, Huda-Parê rojekê ev yek li Batmanê protesto nekirin.

Îslamîstên me bi bindestiyê, bi koletiyê, bi heqaret û zulma Tirkiyê qet xwe aciz nakin, rojekê vê dagirkeriya Tirkiyê protestona kin, lê ji bo ku qeşmerekî danîmarkî-swêdî Quran şewitandiye li Batmanê bi hezaran kom dibin û zirzopiya irçiyekî protesto dikin.

Dîn, îslamîyetê hin kurdên me, îslamîstên me hogirî bindestîyê û koletiya Tirkiyê û tirkan kirine. Ji heqareta li xwe, ji zulma li xwe aciz û nerehet nabin, ji şewatandin Quranekê pir nerehet dibin.
Aqil nemaye, totik vala bûye, bindestê, dagirkerî êdî wan nerehet nake. Dîn jî bûye afyona wan e, ew baş gêj û rentele kirine…

XXX
Carnan meriv dilikume, dikeve. Carnan meriv xwe pir diêşîne, nigê xwe, destê xwe dişkîne, carnan jî sale derbas dibe. Lê çawa be jî meriv hêzî ser xwe dike, radibe ser xwe, li erdê namîne.

Micadele jî wiha ye, carnan meriv xerab têk diçe, carnan jî ne zêde. Lê têkçûn biçûk be jî, mezin be jî dibê meriv dev ji micadela xwe bernede.

Rewşa me kurdan îro pir xerab e, dora me ji alî dijminan va hatiye girtin, rêberên me ne jîr in, ne merivên nasyonalîst in. Ev yek jî halê me xerabtir dike. Lê çare ne bêhêvîtî û teslîmîyet e, ji bo serketinê, serxwebûnê em mecbûr in ya riyekê bibînin, ya jî riyekê çêkin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE