22 januari 2023

Tarîx merdiyê jî, namerdiyê jî ji bîr nake

Însan ji bîr bikin jî arşîv, tarîx îxanetên xayinan ji bîr nake. Hin kes nuha bûne hevalên dewletê û neyarên miletê kurd. 

Ew dibêjin belkî dinya ewê tim wiha be, Erdogan ewê tim li ser hukim be, dewletê ewê tim li pişta wan be.

Lê ne şexsên nemir hene, ne jî rejîmên ebedî. Tarîxê çawa xiyaneta Bînbaşî Qasim Ataç, Mehmet Şerîf Firat, Mehmet Şukru Sekbanê xayin ji bîr nekriye, ewê xiyanetên xayinên îro îro jî ji bîr neke.Tarîx merdiyê jî, namerdiyê jî ji bîr nake.

Însan ji bîr bikin jî arşîv û tarîxa miletan xiyanetê û xayinan tu carî ji bîr nake.

XXX

Ji dêlî tu yê bi kûçik ra bigerî bibî kûçik, bi tajî ra bigerî bibî tajî, bi şelaf ra bigerî bibî şelaf, bi egîd ra, bi mêrê çê ra bigere bibe mêrxas û merd !

XXX

Îro şîna xanima dostê minê hêja kekê Samî Mela Ehmedê Namî Behîye xanimê bû. Li Stockholmê îro hewa pir sar bû. Lê dîsa jî ji Stockholmê û ji gelek bajarên din gelek kes, gelek nas û dostên wî hatibûn serxweşî û şîna kekê Samî.

Rahma Xwedê lê be, gorra wê beheşt be, Xwedê sebrê bide kekê Samî.

 XXX

Ji ber ku tirs tune Erdogan hewqasî gewî bûye, bela xwe di Yekîtiya Ewrûpayê dide, axa Kurdistana başûr û rojava û welatê cîranên xwe dagir dike. Tirs hebûya, hinekan pozê wî bifirikanda hewqasî har nedibû.

XXX

Em di demeke wiha da dijîn meriv nizane kî baş e, kî xerab e, kî namerd e, kî merd e?
Şelaf û namerd pir bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE