22 januari 2023

Hutika mêraniyê

Jinikê nedihîşt feqîrê mêrê wê ji karê malê pişta xwe rast bike, rebeno karek diqedand, jinekê karekî din jê ra didît.
Şîv diqedand, dûra gerek beroş, fera û fol jî bişuşta.

Rojekê hew debar kir, pir qeherî, bi hêrs hutikek li masa mitbaxê xist, bi qîrîn got:
-Mêr gotiye dibê biwêribe hutika xwe li masê xe û hêrsa xwe bide der.

Serê kund

Dibêjin serê kundan 270 dereceyî doş dibe, dizîvîre. Bi baweriya min di viya da tu tiştekî ecêb tune ye. Hin peya(mêr) dema jineke bedew dibînin serên wan 360 dereceyî doş dibe.

Nizane çi bike

Pisikê ji hevala xwe ra got:
Digerim diwestim, rûdinim bîna min teng dibe, qet tiştekî nekim serê min diêşe, gêja min dihere. Nizanim çi bikim? Wele jiyan pir zor e, nayê kişandin.

Stenbol

Mêrik nuh çû bû Stenbolê, ji hevalê xwe pirsî:
-Tu ji zûda ye li Stenbolê yî, bi ya te Stenbol bajarekî çawa ye?
Hevalê wî hinekî fikirî, got:
-Nuha baş guh bide min. Tu çavên xwe digirî, çend caran bîna xwe digirî û berdidî.
-Ê dûra?
-Dûra tu çavên xwe vedikî, tu hew dibînî cuzdanê te di bêrîka te da tune ye.

 

Jinbî

Xortekî bi guhar û pordirêj li otobozê siwar bû. Pîreka uncûzî bi nazikî jê ra got:
-Keça min, ji kerema xwe hinekî xwe bidî wî alî, ezê derbas bim.

Xort got:
- Xaltîkê, ez ne keçik im.
Pîrê bala xwe dayê, bi dilşewatî got:
-Wey mala min ê, di vî umrî da tu jinbî mayî keça min?


Vexwarina qahwê

Jinik û keça xwe çûn mîvaniya jinika cîrana wan. Jinikê berî qahwê çêbike berê ji keçikê pirsî:
-Delalê, tu qahwê çawa vedixwî?
Keçik yeka şît û luht bû, got:
-Ez bi devê xwe vedixum.
Diya wê ji vê bersîva wê pir aciz bû, hêdîka jê ra got:
-Tu bise, nuha emê herin mal.
Keçik rabû çû mitbaxê, telefonî hevala xwe kir, got:
-Mesele jê ra got. Got nuha ez newêrim herim mal, were em bi hev ra herin mala me.


Sipîker

Xort ji hevalê xwe ra qala serpêhatiyeke xwe dikir, got:
-Şevê çûnî di qaneleka erebî da min li maçeke futbolê temaşe dikir. Sipîkêr çi digot, pîrika min digaot ”amîn, amîn !”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE