Serokên Swêd bi tirsa ji serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwe lewitandin, xwe kirin pêkenînên ker û kûçikan û welatê xwe jî hetikandin.
Ji serokên Swêd wetnê bi bertîlkirinê, bi zeytkirinê ewê Erdogan nerm bikin û
destûra endametiya NATOyê pê bidin îmzekirin.
Ji kok da şaş difikirin. Erdogan bi bertîlkirinê, bi dîplomasiyê, bi libergerê
nayê rê. Zimanê ew jê fêm dike ZOR e, ÇO ye, dibê ji te bitirse.
Ewê devê wî biçirînin, ewê wî poşman bikin. Ji xwe Pûtîn carê ew poşman kir.
Erdogan wek gurê devê wî bi xwînê bûbe, her ku serokên Swêd serên xwe jê ra
ditewînin, bersîveke mêrane nadinê Erdogan bêtir har dibe û hinekî din dixwwze.
Erdogan dîktatorekî çoyê wî tim di destê wî da ye, felsefeya wî, kultur û
rajona wî zorbatî û gef e.
Bi yekî wiha ra bi tirsonekiyê, bi pişopişotiyê, bi zeytkirinê, bi serîtewandinê
siyaset nabe, merivê xwe perîşan bike.
Dîktator, zorba ji te netirse ewê tiliya xwe di çavên te ra ke, çavên te
derxîne.
Dîktator dibê ji te bitirse, bivikê li ba te bibîne, bizanibe zirzopî ewê li
zirara wî be.
Li hemberî dîktatorekî wek Erdogan dibê tu nebî hors, bi çakûç bî.
Zor gêzerê radike, ço ji Cinetê derketiye, dibê tu bivikê nîşanî dîktator bidî.
Tirs hebe kûçik ji tajiyê bezatir e, ji kevroşkê tirsonektir
e, dîktatorê zirzop jî ji her kesî baqiltir e. Tirs meriv baqil dike, dike
pembo.
Serokên Swêd heger naxwazin hinekî din jî xwe pîs bikin, dibê li hemberî
Erdogan dev ji vê siyaseta xwe ya newêrek berdin, tîk bisekinin, li hemberî
Erdogan wek pisikan xwe ne qurnisînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar