21 januari 2023

Erdogan dîsa pir hêrs bû û serdana Pal Jonson jî betal kir


Tirkiyê serdana wezîrê parastinê yê Swêd Pal Jonson ji ber protestoyên li dijî serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan betal kir, sekinand.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar gotiye, ”êdî tu muhîmî û maneya serdana Pal Jonson nema”.

Wezîrê parastinê yê Swêd Pal Jonson ewê di 27ê mehê da biçûya Tirkiyê. Lê îro li Stockholmê li dijî Tirkiyê du protesto hene, Tirkiyê xwest hukûmeta Swêd destûrê neda wan, qedexe bike.
Ev jî li Swêd ne mimkûn e. Sebebekî pir cidî tunebe pûlis çalakiyan qedexe nake.


Tirkiyê qanûnan, tiştên wiha fêm nake, dibêje gerek hûn nehêlin li Swêd kes Erdogan protesto û rexne bike.

Îro li Stockholmê li dijî serokê Tirkiyê Erdogan meşeke protestoyê heye û yekî bi navê Rasmus Paludan jî ewê li ber sefareta Tirkiyê Quranekê bişewitîne.

Tirkiyê xwestiye Swêd destûrê nede van herdu protestoyan. Lê ev jî li Swêd ne mimkûn e. Destûra protesto û çalakiyên wiha di destê pûlis da ye, hukûmet nikane midaxele bike. Ji bo qedexekirinê dibê sebebên pir cidî hebin.

Tirkiyê çendakî berê jî serdana serokê meclîsa Swêd ji ber bidardekirina peykerê Erdogan yê paçîn betal kiribû, nuha jî dora betalkirina serdana wezîrê parastinê Pal Jonson e.

Ev Tirkiye ye, meş û protestoyên li dijî serokê xwe qebûl nake. Nabe însan Erdogan protesto bikin. Lema jî dixwazin Swêd jî bibe wek Tirkiyê, lê ev jî ne mimkûn e.

Lê tiştê Tirkiye dike ji bo me kurdan pir baş e, bi vî hawî swêdî û hukûmeta Swêd fêm dikin yên hemberî wan çi dîktator û hov in. Me kurdan bi milyaran dolar serf bikira jî me nikanîbû Erdogan û rejîma wî ya faşîst hewqasî baş bi swêdiyan bida nasîn. Li Swêd cepheya li dijî Erdogan pir fire dibe, Erdogan li Swêd êdî gurê manco ye...

XXX

Di serdemên dijwar, xerab da merivên durrû zêde dikin. Li welatê me merivên durrû, şelafên dewletê pir bûne.

Hewqasî pir bûne însan êdî xwe ji şalûzî û durrûtiyê wan aciz nakin. Merivên pak, rasgo bûne tûtya, meriv bi mûmê li wan digere.

Merivên durrû pir hoste ne, him dewleta dagirker îdare dikin, him kurdan. Him dostên dewletê ne, him dostên kurdperweran in.

Her rejîm şelafên xwe dixuliqîne. Koalîsîyona îslamî-faşîst a Erdogan-Bahçelî jî di nav kurdan da gelek durrû û şelafên xwe xuliqandina.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE