20 januari 2023

Cî li serokên PDKê û YNKê teng bûye

Cî li serokên YNKê û PDKê teng bûye, wer xuya dike Amerîka ji wan ra dibêje êdî bes e !

Bi qasî ez ji beyanên Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzan, wezîrê karên derve yê Îraqê û Fûad Husên û hin serokên YNKê fêm dikim, serokên YNKê û PDKê li hev nakin, têkiliyên nabêna wan pir xerab e. 

Amerîkayê jî ji wan ra gotiye êdî bes e, ya li hev bikin, hêzên xwe, hukûmetên xwe, pêşmergeyên xwe bikin yek û têxin bin destê hukûmeta netewî, ya jî em hew alîkariya we dikin.

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk 4 roj berê li Hewlêrê bi serokên PDKê û YNKê ra rûnişt û bi îhtîmalek mezin gotina dawî ji wan ra got. Ya yekîtî, ya jî êdî bes e...

Serokên herdu partiyan jî naxwazin dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî berdin, lema li hev nakin, hevdu sûcdar dikin.

Heger sebeb ne ev bûya ewê tavilê li hev bikirana û hukûmeteke netewî ava bikirana. Wel partiyên siyasî ewê ne xwedîyê bi hezaran pêşmerge bûna.

Li tu dera dinyayê partiyên xwedî leşker, xwedî sîleh tune ne, tenê li Kurdistanê ecêbeke wiha heye. Pêşmergeyên PDKê û YNKê deh qatê pêşmergeyên hukûmetê ye.

Hêvî dikim Amerîka êdî vê duserîtiya 30 sal in dom dike qebûl neke. Ya dibê bibin yek, ya jî dev ji alîkariya wan berdin.

XXX
Xîret avêtine ber kûçikan, kûçikan nexwariye. Lê hin kurdên me ji kûçikan jî xerabtir bûne, li ciyê rehetiyê 5 kurdên bêsûc, pîreka 75 salî bi namerdî dikujin.

Qatil kî bin heqê wan muebet e, dibê heta mirinê di zindanê da bimînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE