20 januari 2023

Tu dibê qey kurdan marê biraştî daye van rûsan !

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergej Lavrov dîsa neyartiya xwe ya li hemberî kurdan nîşan daye, wek wezîrê Tirkiyê peyivîye, gotiye:

“Amerîka dixwaze li Sûriyê ji kurdan ra dewleteke biçûk ava bike...”

Mêrik bi qasî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu li dijî azadî û serxwebûna kurda ye û vê neyartiya xwe jî tim dide xuyakirin. Ev jî bêşansiya me ye. Tu dibê qey kurdan marê biraştî daye van rûsan. Xwîna me bi wan tagl e, tu carî xêra me naxwazin.

Rûsan nehîştin kurd ji bindestiya Îranê xelas bibin, bibin xwedî dewlet. Li Sûriyê jî eynî siyasetê dimeşînin. Li vir jî hevalên Tirkiyê û neyarên me ne.

Ji xeraban wetnê bihar nayê, ewê tim zivistan be. Ev nerindî ewê ji Pûtîn û Lavrov ra nemîne, ewv rojên xerab jî ewê derbas bin.


XXX

Çaxa xerab tê li ser hev tê, ji me kurdan ra xerab hatiye. Teror û qetlîama dijminên me yên rojane ne bes e, kurdên xedar û bênamûs jî xwe lê zêde bûne.

Qatilên 5 kurdên Kurdistana Başûr gotine ji bo pera ew kuştine. Meriv çawa ji bo çend quriş pere 5 kesan dikuje û diçe li mala xwe rûdine aqilê min nagire.

Dagirkeriyê însanên me kirine wahş, zereya însaniyetê bi van hovan ra nemaye.

Seriyê bêdert tune ye, lê derdê me kurdan pir in, hewqasî pir nayê kişamdin.

Qatil kî ne, çi ne hîn eşkere nebûye, îro ewê zelal bibe. Xwedê sebrê û tehamulê bide malbatên qurbaniyên vê wahşetê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE