19 januari 2023

Sipas Almanya !

Parlamentoya Almanya Federal îro(19/1-23)di civîneke taybet da qetlîama Daîşê anî serê kurdên êzdî wek JENOSÎDê qebûl bikir.
Ji bo miletê kurd û kurdên êzdî ev biyara parpamentoya Almanyayê biryareka tarîxî ye.
Mala meclîsa Almanyayê û parlamenterên deng dan vê biryara tarîxî ava be.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî biryarê gotiye:

“Em nikanin wê jenosîdê paş da vegerînin, lê em kanin bihêlin edalet were cî. Ev biryara îro ji aliyê parlamentoya hikûmeta federal a Almanya va hate girtin û komkujîya êzdiyan weke jenosîdê hate qebûlkirin ne tiştekî sembolîk e.”

“Divê em ne tenê bibîr bînin û şermezar bikin, çimkî hîn zêdetirî 3 hezar jin wenda ne û divê em ji bo her yekê ji wan têbikoşin û bihêlin ew vegerin nava civata êzidî. Bi hezaran êzidî jî hîn li kampan dijîn, divê em kanibin warên wan ava bikin ji bo ku vegerin cihên xwe.

Ez hêvî dikim ev biryara meclîsa Almanya Federal ji bo welatên din jî bibe emsal.

Di jenosîda êzdiyan da Almanyaya jî tevê sûcê Tirkiyê û hemû dewletên mezin heye, lê dîsa jî sipas ji bo Almanya. Wek miletê kurd emê vê biryara Almanya ya tarîxî tu carî ji bîr nekin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE