19 januari 2023

Facebook bûye wek şîrketeke Tirkiyê

Ev 17 sal in ez Facebookê bi kar tînim, tê da dinivîsînim. Heta 5-6 meh berê Facebookê tu carî nivîseke min sansor nekir, kontotoya min negirt.

Lê bala min lê ye ev çend meh in ne kontoya min tenê, kontoyên bi sedan kurdên din jî digre, bi hefteyan weşanê li wan qedexe dike.

Li Swêd, li Tirkiyê, li Almanyayê yanî li gelek welatan ji ber peyv û rexneyeke li dijî Erdogan hesabên kurdan bi hefteyan digre, nahêle kurd tiştekî binivîsin.

Berê tiştekî wiha tunebû, lê nuha tu dibêjî belkî Facebook bûye platformeke Tirkiyê, nahêle kurd ji Erdogan ra bibêjin hilê-bilê.

Wer xuya ye Tirkiyê Facebook xistiye bin kontrola xwe, nahêlin kurd di medyaya sosyal da jî derdê xwe bibêjin, qala zulm û terora Tirkiyê bikin.

XXX

Do bi şev 5 kesên ji malbateke ji Kurdistana Başûr li ser riya nabêna Nisêbînî û Mêrdînê hatine kuştin. Gulle berra serê gişan dane. Yanî înfaz kirine.

Ev qetlîameke hovane ye.

Walîyê Mêrdînê di beyana xwe da gotiye 4 kes hatine girtin lê bûyer hîn nehatiye zelalkirin.

Hukûmeta Kurdistanê dibê pir cidî vê qetlîamê bişopîne û gelê kurd agahdar bike.

Kesên hatine kuştin nehatine şêlandin, ev jî tê wê maneyê mesele ne rêbirî û şêlandin e.

Xwedê sebrê bide ferdên malbatê.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan tarîxa hilbijartinê mehekê pêş da girtiye, gotiye tarîxa hilbijartinê 14ê gulanê ye.

Jiyana Erdogan li ser hîlebaziyê ava bûye û li ser wê felsefê hetanî îro hatiye.

Hetanî hilbijartinan ewê firildaqên wer bike, dek û dolabên wer bigerîne her kesê matmayî bimîne. Mêrik ji milametiyê natirse, lema fêlbaziya neke tuneye. Fen û fût karê mêrikê rût.

XXX

Aşê Erdogan her tiştî dihêre. Mêrik him rast lê dixe, him çep lêdixe. Him sîmsar, mitahîd û hevalê Pûtîn e, him Endamê NATOyê û dostê Amerîkayê ye.

Him ji Pûtîn dixwe, him ji Yekîtiya Ewrûpayê dixwe.

Mêrik marmij e, tiliya kê têkeve dev heta hestî dimije.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE