19 januari 2023

Anekdotek li ser hilbijartinên Tirkiyê

Do di Facebookê da li ser sextekariyên di hilbijartênên Tirkiyê da dibin rastî vê anekdotê hatim. Pêkenînek pir xweş e, hilbijartinên Tirkiyê xweş tarîf dike. 

Li Tirkiyê û Kurdistanê di her hilbijartinê da bi hezaran mirî wek pîrê rayên xwe didin partiya ser hukim.

Ji bo hilbijartina 14ê gulanê ev anekdot tam di cî da ye, bi sedhezaran mirî ewê rayê bidin AKPê û Erdogan.

Kalekî roja hilbijartinê piştî raya xwe daye ji mamûrê ser sandoqê pirsîye:
-Gelo xanima min jî hatiye raya xwe daye?

Yê berpirsiyar gotiye:
-Apo, navê xaltîkê çi ye?
Kalo gotiye:
-Mualla.
Berpirsiyarê sandoqê li lîsteyê nêrîye, gotiye:
-Erê apo, raya xwe daye.
Kalo gotiye:
-Çi heyf, me dîsa hevdu nedît.
 Yê berpirsiyar gotiye:
-Apo, ma qey te xaltîkê berdaye?
Kalo gotiye:
-Na lawê min na, xaltîka te 10 sal berê mir. Di hilbijartina berê da jî ma hevdu nedît. Dîsa hatibû berî min raya xwe dabû û çûbû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE