18 januari 2023

Xewna min û tabîrên rimildaran

Înşela xêr be, min îşev pir xewn û xerbeleyên ne xweş dîtin. Ez her şev xewnan dibînim, lê ya îşev hinekî ecêb bû. Lema dixwazim qal bikim.

Bi min ra pereyekî zêde hebû, pere ne yê min bû, yekî emanet dabû ba min. Ez diçûm mal.

Li kuçeyeke bajêr sûtal û pêxwasekî swêdî riya min birrî, xwest min bişêlîne. Got ezê te saxî bikim.

Ez pir li ber geriyam, min got lawo ji min bigere, bihêle ez bi riya xwe da herim. Lê dev ji min berneda, got na, hutil batil ezê te saxî bikim.

Çaxa xwest min saxî bike, min serê xwe li dev û pozê wî xist. Dest ne birr xwe. Min çend hurmizkên din li ruyê wî, li devê wî xist, bi devê xwe girt, ket erdê. Ruyê wî di xwînê da mabû.

Ez pir tirsiyam. Min baz da. Bi bazdanê ra ez bi xwe hesiyam. Kêfxweş bûm xewn e, ne rastî ye.

Gelo li gorî tabîra xewnê ev xewna min tê çi maneyê?
Berê rimildar hebûn, meriv diçû maneya xewna xwe, tabîr ji wan dipirsî, nuha rimildar jî nemane ez herim tabîra xewna xwe jê bipirsim.

Lê xewn e, carnan meriv xewnên fahş dibîne...

Hin xewn hene xweş in, meriv naxwaze biqedin, hin xewn jî kabûs in, gava meriv şiyar dibe, kêfa meriv tê, meriv dibêje şikir xewn bûye.

Lê xewn, çi yên xweş, çi yên ne xweş ji bo însên hewce ne, gava meriv nikanibe xewnan bibîne mirî ye. Mirî xewnan nabînin.
Di xewnan û di evînê da tiştê ne mimkûn tune ye

 Xeyal jî şiklekî xewnê ye, meriv xenan di xew da dibîne, xeyalan di şiyariyê da xeyal dike. Xewn jî, xeyal jî berhemên xeyalî ne, dermanê ruhê me ne.

Ji bo kar û hedefên mezin dibê xewn û xeyalên meriv hebe û meriv biwêribe bide dû wan.


Mustafa Kalpak:
*Xewna te tê wateya ji serêş û tengasiyek ji bo te astenge jê xilas dibî.

*Lêxistina diz di xewnê de tê wateya hêrsa ku nava te de heye teqîna wî ye, tu davêjî der. .

* Lêdana bi serî tê wateya demek dirêje kesê ku tu jê hez nakî te sebir kiriye, bertekên xwe an nefreta xwe li dij ew kes/kesan tu bi tund diyar dikî.

Bira ev rimildarî jî ji min be.

Eyup Kurt:
Êw perê zêde bi tere ew nîmeteke ewjî van demana ser zimanê kurdî Tû dinivisîne pê şa dibe lê xêrnexwaz xwestin wê serwetê ji te bistîne.desthilanîna te Dengê gele kulmiskê te li devê wî dan hêza xwedî derketina zimanê meyî zêrîne.Xwîna sor di xwenande fereca xêrêye Mamoste. Xwedê bi xêr bigerîne.

Hasan Çakmak:
Ev tê wê wateyê em ê dev û pozên dijmin di nav xwînê de bihêlin!

Songul Yurdakul:
Mamoste gava ez pere di xewna xwe da dibînim li min qet nayê ji min re derd e nexweşi ye... Xwezî we bida camêr bila ji xwe re bibira . Ya bi xêr!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE