17 januari 2023

Dibê em qebûl bikin sûcê mezin ji me da ye

Dijminên me him pir in, him jî xurtin, ev rast e.

Lê sebebê vê bindestiya me ya hetanî nuha ne ev tenê ye, ne ji ber pirbûn û xurtbûna dijminan tenê ye, serok û mezin û rêberên me jî ne ne jîr û jêhatî bûne, wek serokên miletên din ne millî bûne, nikanîbûne yekîtiya miletê xwe çêkirina.

Ev yek do jî wiha bû, îro jî wiha ye.

Bala xwe bidinê li Kurdistana Başûr ev 30 sal li ser hukim in, her yek bi qasî Qarûn zengîn bûye, lê hîn jî yekîtiya netewî çênekirine, her yekî beşekî Kurdistanê xistiye bin destê xwe, hebûn madenên kurdistanê talan dikin û pê kêfa xwe diqewitînin.

Ji parzemîneke din, ji Amerîka heyet tên dikevin nabêna wan, dibêjin li hev werin. Lê ev 30 sal e hêzên xwe, pêşmergeyên xwe nakin bin destê hukûmetê.

Kurd jî, partiyên din jî giş li vê felaketê temaşe dikin û kes ji serokên van herdu partiyan(YNK û PDKê)ra tiştekî nabêje, kes wan protesto nake.

Mêrikan partiyên bi menfeetê, bi bertîlê bi xwe ve girê dane, lema kes dengê xwe nake. Her kes dihere bi serok ra rismekî xwe digre û di medyaya sosyal da beleva dike.

Vê yekê jî wek karekî baş dibîne. Halbû ev yek îspat û delîlê murîdîtiyê ye. Him her kes ji rewşê ne razî ye, him jî kes tiştekî ji serokan ra nabêje, diherin rismên xwe pê ra digrin.

Tiştê hatiye serê miletê kurd bêtalihî û felaketeke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE